Kongreya Star li Hesekê daxuyanî da

  • 12:55 20 Hezîran 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star derbarê pêkanînên dewleta tirk û OSO'yê yên li Efrînê daxuyanî da û banga hestiyariyê li hemû gelê cîhanê kir. 
 
Endam û Rêveberên Kongreya Star û gelê Hesekê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star El-Xerbî Helîma Ehmed ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Dewleta tirk hemû pîvanên navneteweyî binpê kir û êrîşî Efrînê kir. Ji bo demografiya Efrînê bê guhertin malbatên çeteyan li wir bih cih kirin û malên gel talan kirin. Lê berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeran dê tu carî bi dawî nebe. Ji bo parastina rûmet û têkoşîna xwe dê gelê Efrînê her dem li ser lingên xwe be."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.