Kongreya Star li Hesekê daxuyanî da 2018-06-20 12:55:02   HESEKÊ - Kongreya Star derbarê pêkanînên dewleta tirk û OSO'yê yên li Efrînê daxuyanî da û banga hestiyariyê li hemû gelê cîhanê kir.    Endam û Rêveberên Kongreya Star û gelê Hesekê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star El-Xerbî Helîma Ehmed ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha bû:   "Dewleta tirk hemû pîvanên navneteweyî binpê kir û êrîşî Efrînê kir. Ji bo demografiya Efrînê bê guhertin malbatên çeteyan li wir bih cih kirin û malên gel talan kirin. Lê berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeran dê tu carî bi dawî nebe. Ji bo parastina rûmet û têkoşîna xwe dê gelê Efrînê her dem li ser lingên xwe be."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.