Dî otopsiyê de jî derket holê ku bi riya lînckirinê komkujî hatiye kirin

  • 11:54 20 Hezîran 2018
  • Rojane
DÎLOK - Raporên otopsiyê yên bav û du birayên ku ji aliyê AKP'yiyan ve hatin qetilkirin aşkera bûn. Di rapoara otopsiyê de hat aşkerakirin ku Celal û Adîl Şenyaşar bi gulebarana ku ji nêzve hat kirin jiyana xwe ji dest dane û Esvet Şenyaşar jî bi riya lînçkirinê hatiye qetilkirin. 
 
Li navçeya Pirsûsê rapora otopsiyê ya derbarê Esvet Şenyaşar û lawên wî Adîl Şenyaşar û Celal Şenyaşar ku ji aliyê  alîgirên namzedê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin hat aşkerakirin.
 
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de hat weşandin di 14'ê Hezîranê de li Pirsûsa Rihayê du birayên hev Celal Şenyaşar û Adîl Şenyaşar piştî ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da saet di 21.00'an de birin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Tipa Edlî jî bêyî ku agahiyekê bide malbatê dest bi karê otopsiyê kir.
 
Ji laşê Celal Şenyaşar 6 gule hatin derxistin
 
Di muayineya xarîcî ya beriya otopsiya sîstematîk de hat diyar kirin ku 6 gule ji aliyên cuda de li bedena Celal Şenyaşar ketine. Hat diyar kirin ku guleya ewil ku li bedena Celal ketiye ji nêzîk ve hatiye berdan û bi armanca kuştinê berdanê. Dîsa hat diyar kirin ku guleyên din ên li bedena Celal ketine ne di asta bikuje de ne. Di şopê hemû guleyên din de hat diyar kirin ku ji nêzîk ve hatine berdan. 
 
Li gorî daxuyaniya bijîşkê zana ya di rapora otopsiyê de hat diyar kirin ku sedema kuştina Celal Şenyaşar wiha ye: “Mimirina kes ji ber guleya çekê ku birîndar kiriye hestiyê femur perçe kiriye, damara mezin birîn kiriye û bûye sedema mirina wî.  
 
Di bedena Adîl Şenyaşar de 14 birîn hene
 
Yekîneyên otopsiyê di rapora muayineya xarîcî ya birayê Celal Şenyaşar  Adil Şenyaşar de diyar kirin ku li 14 cihên cuda yên bedena Adîl de bi amûrên birînê birîn bûye. Li 14 cihan birinên kûr vebûye. Di rapora yekîneyê de hat diyar kirin ku Adîl Şenyaşar rastî lîncek mezin hatiye. 
 
Di rapora otopsiyê ya sîstematîk de jî hat diyar kirin ku 17 gule li bedena Adîl Şenyaşar ketiye û gule ji çekên çapên cuda li bedena wî hatiye barandin. Ji guleyên ku li bedena Adîl ketine jê 5 gule di asta kuştinê de lê ketine. Ji ber guleyan birîndar bûye lê nebûye sedema mirinê. Tenê 2 gule ji dûr ve lê ketine. Guleyên din ji nêzîk ve li bedena wî hatine barandin. Di raporê de sedema kuştinê jî wiha hat vegotin: Sedema mirina Adil Şenyaşar  bi guleya hatiye birîndar kirin. Girêdayî birîndarbûnê hestiyên klavikula, parsû û vertebra, iliak ên bask şikestine. Sîng û lebatên hundirê wî birîn bûne Ji ber xwîn çûye hundirê wî jiyana xwe ji dest daye." 
 
Esvet Şenyaşar bi riya lînçkirinê hatiye kuştin
 
Bav Haci Esvet Şenyaşar ê ku piştî kurê wî birîndar bûn û çû Nexweşxaneya Dewletêya Suruçê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê ve rastî lîncê hat û hat kuştin. Haci Esvet Şenyaşar ku rastî êrîşa lîncê hat, li gorî rapora otopsiyê di 15 Hezîranê saet di 17.00'an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê ya 25 Aralikê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê bav Evsvet Şenyaşar saet di 18.45'an de ji bo otopsiyê birine Saziya Tipa Edlî. Piştî biraziyê Esvet Şenyaşar Osman Alî Şenyaşar ji bo şahidiya tespîta nasnameyê anîne salona otopsiyê û piştî tespîta nasnameyê Osman ji salonê derxistin û otopsî kirine. Di raporê xarîcî de hat diyar kirin ku li bedena Bav Şenyaşar bi 7 cihan hatiye birîn. Bedena wî bi 7 cihan bi giranî hatiye birindarkirin. Dîsa li 23 cihên din birinên ku nebe sedema mirinê hene. 
 
Di rapora otopsiyê ya sîstematîk de jî ji bo sedema mirina Esvet Şenyaşar wiha hat gotin: “Bi gelemperî girêdayî travmayên bedenê ekstermite, sternum, parietooksipitalde ya çep, tabula derve hatine kişandin. Dîsa xwîn çûye ser mejî, xwin çûne organên hundir. Di encama pnomotoraksê de jiyana xwe ji dest daye. Yanî li bincê hatiye kuştin." 
 
Berê jî hatibû diyarkirin ku bav Esvet Şenyaşar bi şûşeyên cam ên serûman û tupê oksîjenê hatiye lînckirin û bi lîncê hatiye kuştin.