‘Li dijî kuştina jinan dengê me ji HDP’ê re ye’

  • 09:38 20 Hezîran 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Jinan derbarê hilbijartinên pêşwext ku di 24’ê Hezîranê de bên kirin axivîn û gotin ku ji bo komkujiya li ser jinan bi dawî bibe wê dengê xwe bidin HDP’ê.  
 
Gelê Tirkiyeyê wê di 24'ê Hezîranê de ji bo hilbijartinên pêşwext biçin ser dindoqan û  di bin OHAL û qedexeyê de dengên xwe bi kar bînin. Li gel ferzkirina hilbijartina pêşxwest  piştevaniya HDP’ê her ku roj diçe zêde dibe. Jin derbarê hilbijartinên ku dê pêk bên de axivîn. Jinan anîn ziman ku di demên dawîn de jin zêde  tên kuştin  û gotin ku ji bo ev rewş bi dawî bibe wê dengê xwe bidin HDP’ê.
 
Jina bi navê Semiha Ulaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê mafê axaftinê ji holê hatiye rakirin, siyasetmedarên DBP, HDP’ê û rojnameger tên girtin û wiha got: “Ji bo hemû siyasetmedar û rojnamger azad bibin ev hilbijartin gelek girîng e. Selahhatîn Demîrtaş yê ku namzedê Serokomeriyê ye hîna girti ye. Ev cihê şermê ye. Girtina wî şerma Tirkiyeyê ye.”
 
‘Vîna gel tune tê dîtin’
 
Jina bi navê  Ayşe Sezîk jî bi lêv kir ku hilbijartineke ne adîl li gelên Tirkiyeyê tê ferzikin û wiha dirêjî da axafitina xwe: “Demeke gelek kurt ma ji hilbijartinê re. Hemû partî li qadan amadekariya hilbijartinê dikin, siyasetmedarên HDP’ê jî di girtîgehê de ne. Bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê ku hatin ferzkirin  tinazê xwe bi gelê Tirkiyeyê dikin û vîna gel tune tê dîtin.” Herwiha Ayşeyê, bang li jinan kir ku zêdetir tevlî xebatan bibin.
 
‘Dengê xwe bidin partiya ku wekheviyê dixwaze’
 
Jina bi navê Emşo Yalçin, jî got wê dengê xwe bide HDP’ê û ev tişt got: “Bi polîtîqayên çewisandinê Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibin. Ez ê jî li dijî vê kaosê, dengê xwe bidim partiya yekitî û mirovatiyê, HDP’ê.”
 
‘Bi tenê HDP dikare çareser bike…’
 
Bîrgul Dogal jî destnîşan kir ku wê ji bo mafên jinan dengê xwe bide HDP’ê û ev tişt anî ziman: “Ez hem dayikek û hem jî jin im. Xwesteka min ji partiyek siyasî di serî de ew ku mafên jinan bê parastan û rondikên çavên dayikan bên sekinandin. Di vî welatî de her roj jin tune tên hesibandin û tên qetilkirin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên jinan ku berdewam dikin, bi tenê HDP dikare çareser bike…”
 
‘HDP partiya jinan e’
 
Jinan bi navê Zeynep Dogan jî anî ziman ku HDP partiya bindestan û ya jinan e û ev  tişt got: " Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê  bi saya  HDP’ê em  li vir in. Partiya ku herî zêde giringiyê dide jinan HDP’ ye. Ji ber vê jî tu sedem tune ye ku ji bo em dengê xwe nedin HDP'ê. Bi avabûna HDP’ê re jin bêhtir ji bo mafên xwe têkoşiyan. HDP xwedî li maf û demokrasiyê derdikeve û gelek mînakên din hene. Di vî welatî de maf û hiqûq nemaye. Em êdî dixwazin li welatekî azad bijîn. Ji bo vê jî divê ku em xwedî li sindoqan derkevin.”
 
‘Divê em li ser sendoqê bersiva wan bidin'
 
Jina bi navê Yasemîn Noyan jî ev tişt got: “Di vê pêvajoyê de gelek kedkar bi KHK’ yan bi awayekî  bêhiqûqî hatin îxrackirin. Xestin ku bi vê helwestê me bidin rawestandin. Lê belê em ser rêya têkoşînê ne û paşve gav navêjin.  Em ji bo kar, nan û mafên xwe  li qadan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Wê KHK biçin û em ê bibînin. Ji bo vê jî divê kj em xwedî li sindoqan derkevin.”
 
‘Ev pêvajo pêvajoya hilbijartinê nîne’
 
Esra Ademhan jî bal kişnad ser hilbijartinê û wiha got: “Welat di krîzê de ye. Her çiqas vê nîşan nedin jî kesên ku diçin dikan û marketa vê dibînin. Jin budçeya aboriya malekê diyar dike û vê rewşê jî jin baştir dizanin. Di rewşeke wiha de ferzkirina hilbijartinê nayê qebûlkirin." 
 
‘Wê têkoşîna me heta dawiyê berdewam bike’
 
Jina bi navê Pinar Işik jî ev tişt got: “Serokekî me heye û ew jî Selehattîn Demîrtaş e û di girtîgehê de tê girtin. Heta ku em bi ser kevin em ê têbikoşin. Jin tên kuştin, zarok rastî îstîsmarê tên û kesek nabe çareserî. Erdogan ji vê rewşê re milên xwe bilind nake. Lê belê van hemû pirsgirêkan HDP dikare çareser bike. Wê têkoşîna me heta dawiyê berdewam bike.”