Li Îdirê ji bo ewlehiya sindoqan seferberî

  • 09:34 20 Hezîran 2018
  • Rojane
ÎDIR - Piştî talîmata Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan a weke ‘Divê HDP di bin bendê de bimîne’ şûnde di 24’ê Hezîranê de bi pêşengiya jinan seferberiya ewlehiya sindoqan hat îlankirin. Namzetên HDP’ê yên Îdirê di hemû serdanên xwe de li her gundî di mijara sindoqan de bi fikarên mijara ser sindoqan re tên rû hev.
 
Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, diyar kir ku HDP li hemberî hemû provakasyon û êrîşan xurt sekiniye û wiha got: “Di dawiyên dawî de we dît. Her tim gotin ‘biçin ser sindoqan HDP’ê di bin bendê de bihêlin’. Lê HDP wê tu car neyê van provakasyonan.
 
Li provakasyonan baldar bin
 
Şaziyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dimijara ewlehiya sindoqan de fikarên wan hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vîdeoyên herî dawî fikarên mirovan zêde bûne. Di heman demê de em perwerdeyê didin parêzer û peywirdarên sindoqê. Divê li dijî provakasyonên pêk bên xebat bên meşandin. Berê dengên me dihatin dizîn. Bi KHK’yan hewl dan gelek guherînan bikin.”
 
‘Wê hemû hevalên me seferber bin’
 
Şaziyeyê di dawiya axaftina xwe de got wê ji bo ewlehiya sindoqan heyetên biyanî jî li dibistanan bin û got ew wek parêzer wê li ser sindoqan bin û wê hemû hevalên wan wê rojê seferber bin.
 
‘Di vê hilbijartinê de peywir dikeve ser milê me hemûyan’
 
Duygu Sumer a Azerî destnîşan kir ku HDP hemû gelan dihewîne û  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bi hev re ewlehiya sindoqan bigirin. Ji 7’an heta 70’ê peywir dikeve ser milê me hemûyan. Parastina sindoqan di destê me de ye. Em ê biçin cihên ku sindoqê me birine.  Parêzerên me jî wê li dibistanan amade bin. Hevalên me yên peywirdar wê sibehê zû li cihê xwe bin. Çi ji destên me bê em ê bikin.”