Efrîn ji bo jinan bû dojeh

  • 09:29 20 Hezîran 2018
  • Rojane
 
 
EFRÎN - Li Efrîna ku xesp û talan didome, ji bo jinan jî jiyan her diçe zehmet dibe û li gorî çavkaniyên herêmî  DAÎŞ’ê pêkanînên li Reqayê pêk anîne li Efrînê jî li hember jinan pêk tînin.
 
Li Efrînê xespkirin û zext didomin. Li gorî çavkaniyên herêmî li herêma Mahmudiye bi ser malan de tê girtin û telefon, pere û zêrên malbatan tên xespkirin. Komên ku kesên xwediyên xaniyan bi hinceta ‘em teftîşê dikin’ derdixin derve, piştre malên wan xesp dikin.
 
‘Yên malên we dizîn çûn Tirkiyeyê’
 
Efrîniyên bertek nîşanî xesp û talanê didin tên binçavkirin, girtin û rastî îşkenceyê tên. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê dane Efrîniyê diçin malên xwe ji amîrên OSO dixwazin, rastî bersiva ‘yên malê we dizîne çûne aliyên Tirkiyeyê’ tên.
 
Ji bo jinan jiyan zehmet bû
 
Her wiha çavkaniyên herêmî bi lêv kirin ku jiyan her diçe zehmet dibe û bi taybet jî rewş û jiyana jinan pir zehmet dibe, nikarin bi tena serê xwe tiştekî bikin, tiştên DAIŞ’ê li Reqayê kirine niha li Efrînê li hember jinan pêk tînin.
 
Her wiha diyar kirin ku dîsa leşker genimê gel ji 4 kîloyan tenê sê kîloyan dide wan.