Ji jinên Efrînê banga hestiyariyê
- 15:51 19 Hezîran 2018
- Rojane
Ferîde Zede - Lîlav Elî
ŞEHBA - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, gelê Efrînê ji bo ewlehiya xwe li Kampên Kantona Şehbayê bi cih bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Jinên ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku peywira xwe ya parastina mafên mirovan bi cih bînin.
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, gelê Efrînê ji bo ewlehiya xwe li Kampên Kantona Şehbayê bi cih bûn. Jinên ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku peywira xwe ya parastina mafên mirovan bi cih bînin.
Jina bi navê Semîra Heneno got:"Piştî êrîşa dewleta tirk û çeteyên OSO'yê yên hovane malên me hatin talankirin û zarokên me hatin kuştin. Niha em li Kampên Şehbayê di nav şerd û mercên dijwar de berxwe didin. Bi taybet di warê tenduristiyê de gelek kêmasiyên me hene. Loma em bang li Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî dikin ku peywira xwe bi cih bînin."
Siltanê Şikirî got:"Heta dawî ji bo em vegerin ser axa Efrînê em ê berxwe bidin. Divê hemû cîhan vê têkoşînê bibîne û li dijî pêkanînên dewleta tirk û çeteyên OSO'yê bêdeng nemînin."
Leyla Qida jî wiha got:"Divê hemû cîhan li dijî binpêkirina mafên mirovan bisekine û bêdeng nemîne. Lê dema ku em dinêrin hemû cîhan li dijî êrîşên hovane yên dewleta tirk û çeteyên OSO'yê bêdeng dimînin. Divê dawî li bêdengiya xwe bînin."