Dixwazin ser bûyera Pirsûsê bigirin?
- 14:59 19 Hezîran 2018
- Rojane
RIHA - Lêpirsîna derbarê bûyera Pirsûsê ku di encamê de 4 kesî jiyana xwe ji dest da berdewam dike. Li gel teşîskirina kamerayan û ya wêneyan jî derbarê êrîşanran de hîna tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Parîzera bav û lawên ku di encma lînçkirinê de jiyana xwe ji dest dan Sevda Çelîk diyar kir ku ew şopdarên dosyayê ne.
Li Pirsûsa Riyayê di 14'ê Hezîranê de parêstvanên û xizmên parlamenterê AKP'ê û namzedê wê Îbrahîm Halîl Yildiz bi çekê êrîş kiribûn û di encma vê êrîşê de Adîl, Celal, Ferît, Mehmet û Fadil yên ku birayên hev bûn hatibûn birîndarkirin. Bav Haci Esvet şen yaşar ê ku bihîst lawên wî Celal û Adîl rakirine nexweşxaneyê Berê xwe da Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û li wê di encma êrîşa ku lê kat kirin de jiyana xwe ji dest dabû. Di bûyerê de biryaê Îbrahîm Halîl Mehmet Yildiz jî jiyana xwe ji dest dabû. Êrîşkaran li nexweşxaneyê kamerayên nexweşxaneyê şikandin û ev jî diyar dike ku êrîş plankirî hatiye kirin.
Piştî bûyerê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu Partiy Demokratîk a Gelan (HDP) hedef nîşan dabûn. Ji bo lêpirsîna bûyerê Serdozgerê Komarê yê Rihayê jî di nav de ji navendê 3 dozgerên din ji bo lêpirsîna bûyerê hatin peywirdarkirin û li ser dosayê jî qedexe hat danîn.
Dîmenên li dukanê li dozgeriyê ne
Hat aşkerakirin ku dîmenên derbarê qetilkirina herdu birayan de ji aliyê tîma ku li cihê bûyerê lêkolîn kir ve hatine desteserkirin, lê nehat zanîn ku dîmenên kameraya ewlehiyê û yên li nexweşxaneyê hatine girtin an jî nehatine girtin.
Rapora otopsiyê ya ewil nedan malabtê
Roja bûyerê li li Tipa Edlî ya dîlokê cenazeyê Esvet, Adîl û Celal hatibûn otopsîkirin lê rapora otopsiyê nedan malbat û parêzerên malbatê.
Li hucereyê tê dermankirin
Ji kesên ku hatin birîndarkirin Fadil Şenyaşar ê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê ya li Amedê dermankirina wî dihat kirin bêyî ku dermankirina wî biqede şandin malê. Fadil piştî ku ji nexweşxaneyê şandin malê piştî bi demeke kur girtin bin çavan û piştre jî bi îdaya "Bi zanemûn mirov kuştiye" li Edliyeya Rihayê hat girtin û şandin girtîgehê. Hat aşkerakirin ku Fadil ê hat girtin li girtîgehê ji aliyê doktorê girtîgehê ve di hucreyê de tê dermankirin.
Mehmet Şenyaşar ê ku ji nexweşxaneya li dîlokê şandin malê jî hat binçavkirin û şandin Edliyeye Rihayê. Mehmet ê ku heta êvarê ji bo li dozgeriyê îfadeyê bide hat sekinandin agahiya ku li ku tê girtin ji malbat û parêzerên wî re nehat dayîn. Mehmet Şenyaşar bi Emîne Şenyaşar re heta derengê şevê piştî ku îfade da hat berdan. Her wiha hat aşkerakirin ku Ferît Şenyaşar jî duh hat tabûrcîkirin û piştî ku rewşa wî xirab bû carekedin rakirin nexweşxaneyê û tê dermankirin.
Malbata ku duh jî ji bo rapora Tipa Edlî çu saziyê bi hinceta ku wê rapor ji dozgeriyê re bên şandin ji malbat û parêzerên wan re nehat dayîn.
Îfadeya gelek kesî hat girtin
Hat aşkerakirin ku wê îro Mehmet û Dayika wî ji bo keşfê bibin cihê bûyerê û polîs jî ji bo ku îfadeyê bidin gazî gelek esnafan kir. Li aliyekî din jî hat aşkerakirin ku doktor û hemşîreyên li nexweşxaneyê peywirdar bûn jî îfadeya wan duh ji aliyê dozgeriyê ve hatiye girtin û hat diyarkirin ku wêne û dîmen jî ji aliyê kesên şahidê bûyerê ve hatin teşhîskirin.
Ji ber ku li ser dosyayê qedexe heye agahiyên berfirehê derbarê wê de nayên girtin, piştî îfadeya şahidan li gorî ku hat îdiakirin hat şakerakirin ku esnafan êrîşî AKP'yiyan nekiriye.
Ji xizmên parlamenterê AKP'yê kesek di bin çav de tune ye
Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku ji xizm û nasên Îbrahîm Halîl ê AKP'yê tu kes di bin çavan de tune ye û agahiyeke ku bê çawa derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin an jî wê çawa di dosyayê de cih bigirin jî nehat bidestxistin.
'Em şopdarên dosyayê ne'
Parêzerê malabtê Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku lêpirsîn berdewam dike û got ku ew ê şopdarên bûyerê bin.
Her wiha duh jî derbarê bûyerê de wêneyên nû gihîştîbûn malabtê.