Li Başûr du jinan bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest dan
- 13:47 19 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Baarê Silêmanî û li Germiyanê du jinan bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da.
Li Herêma Federal a Kurdistanê li navçeya Duhokê ya bajarê Silêmanî jina bi navê Ç.H.R. ji aliyê bavê xwe de hat kuştin. Rêveberya Polîsan a Silêmanî ku derbarê jina li gundê Çolîbaxî dijiya de daxuyanî da wiha got: "Dema ku bavê Ç.H.R. çeka xwe paqij dikir ji ber ku teqiya li guleya jê derket li Ç.H.R. ket û jiyana xwe ji dest daye. Di encma lêpirsîna ku ji aliyê me de hat kirin bavê Ç.H.R hat binçavkirin.
Li germiyanê jî mirineke bi gûman
Li bajarokê Kolejî yê girêdayî navçeya Kifrî ya Germiyanê duh bişev hat îdakirin ku jina bi navê K.F.K. întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê K.F.K. rakirin Rakirin Nexweşxaneya Şehîd Hejar û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.