Baroya Mêrsînê bertek nîşanî Wezîrê Karê Hundir da
- 13:27 19 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRSÎN-Baroya Mêrsînê bertek nîşanî îfadeyên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu da û got:"Em vê daxuyaniya ku rê li êşên nû vedike bi tundî şermezar dikin".
Baroya Mêrsînê bertek nîşanî îfadeyên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu yên derbarê Baroya Amedê da. Baroya Mêrsînê bi daxuyaniya ku li Qada Cumhuriyetê ya Mêrsînê da, bertek nîşanî Suleyman Soylu da. Gelek parêzerên baroyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Mêrsînê Parêzer Bilgin Yeşilbogaz di daxuyaniyê de da zanîn ku êrîşên li dijî parêzeran zêde bûne û got:"'Êrîşa li ser parêzeran tê wateya êrîşa li ser mafê gel. Ji bo ev êrîşana bê sekinandin divê nûnerên dewletê bi awayekî hesas tev bigerin û dev ji gefên xwe berdin. Baroya Amedê her dem li ba kesên ku hatine çewisandin cihê xwe girtiye û loma jî bedelên giran daye. Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi ji ber ku li dijî neheqiyan sekinî li ber Mînareya Çar Ling a Amedê hat qetilkirin hîn kujerên wî nehatine dîtin û li ser vê yekê dixwazin ku êşên nû bar bikin. Loma em daxuyaniya Suleyman Soylu bi zimanekî tund şermezar dikin. Baro û parêzer ewlehî û parastina mafê gelan e, bi êrîşên li ser wan dê zerar li demokrasî û wekheviya welatê me bê kirin.