Ji bo mîtinga Dêrsimê ya 22'ê Hezîranê bang: Em li Qada Dêrsîmê dîrokê binivîsin
- 12:23 19 Hezîran 2018
- Rojane
DÊRSIM - Rêxistina Hilbijartinê Ya Bajêr a HDP'ê ya Dêrsimê bang kir ku hemû gel beşdarî mîtinga 22'ê Hezîranê ya Dêrsîmê bibin û li Qada Seyid Rizay dîrokê binivîsin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 22'ê Hezîranê roja Îniyê saet di 15.00' de li Qada Seyid Riza ya Dêrsîmê mîtîngê pêk bîne. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê Veli Saçilik, Namzetên Parlamenteriyê Meral Hanbayat Yeşil û Alican Onlu dê beşdarî mîtingê bibin. Her wiha Koma Munzur û Hunermend Zeynep Kiliç Hasan Ali dê derkevin ser dikê.
Dê berî mîtingê bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli li nav bajê de bi konvoyê tûr bê avêtin.