Geşkirina Aboriyê parastina mîrasa jina afîrner û civakê ye
- 11:56 19 Hezîran 2018
- Rojane
TIL TEMIR-Geşkirina qadên Aborî û avakirina Koopratîfan parastina çand û dîrokê ji pişaftin û wendabûnê ye. Geşkirina aboriya xweser parastina mîrasa jina afrînere.
Rêvebira Mala Koopratîfan Zîlan Îsmaîl, avakirina koopratîfan li bajarê Til Temir nirxand û diyar kir ku koompratîf geşkirina Aboriya civakê ye, çiqas ku mirov Aboriya xweser geş bike mirov ewqas xwedî li çand û dîroka xwe derkeve û zindî dıke.
Zîlanê girîngiya avakirina Koopratîfên wiha pênase kir:"Avakirina Koopratîfan vegera li jiyana komînal e, hevgirtinek di nava gel de tê çêkirin, xwedî li çand û dîroka gelan têderketin, ji pişaftinê diparêze û li ser ruyê erdê mayinde dike. Herwiha Kooperatîf hemû jinan tîne gel hev ü jin bi yek rih û dilî xwedî li mîrasa jina afrîner derdiekevin û sînorê ku civakê ji jinê re diyar kiriye bi hêz û îradeya xwe radikin."
Zîlanê deraberê avakirina Koopratîfên li Til Temir hatine avakirin û di dema avakirinê de pirsgirêkên ku derketine holê de wiha got:"Ji ber barana kêm a vê salê Koopratîfên çandiniyê yên li aliyê Qesrikê, zêde sûd ji wan nehat girtin, di salên pêş de li şûna baranê em ê girîngiyê bidin avdanê."
Gel êdî bi xwe pirojeyan bi pêş dixwe
Zîlanê derbarê qebûlkirina gel ya kooperatifan de ji ev tışt got: gel êdî Aboriya xwe bi xwe pêşve dibe û gelek caran bi xwe pirojeyan pêşkêşdike. Ev jî gaveke erênîye ku pêşketina civakê û aboriya wê gel bi xwe diyar dike. Em jî ji aliyê xwe ve pirojeyan baş dixwînin. Eger dê civak jê sûdê werbigire tê qebûlkirin û dest bi avakirina wê tê kirin."
Rola jinan di kooperastifan de
Zîlanê rola jinan di Koompratîfan de ji w wiha pênase kir:"Gotinên civakê ango sînorên ku civakê ji jinê re danîne niha jin hewl dide ku van sinoran ji holê rake û ji civakê re dide diyarkirin ku jin çiqasî xwedî îradeye. Jin bi vê helwesta xwe dide diyarkirin ku jin jî dikare Aboriyê pêşve bibe û bazirganiyê jî bike."
zîlanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di qadên aborî de bigrin,xwedî li çand û dîroka xwe derkevin ji bo ku bikaribin pêşerojeke baş ji nifşên nû re bidin avakirin.