Derbarê Demet Akalin a ku Suriyeyî hedef girt dê serîlêdana sûc bê kirin

  • 11:51 19 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî dê derbarê Demet Akalin a ku dev avêt Sûriyeyîyan, dê serîlêdana sûc bê kirin.
 
Stranbêj Demet Akalin gotinên nefretê derbarê gelê ku ji ber şer ji Sûriyeyê koç kirine, bi kar anî. Demetê dîsa li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Sûriyeyî hedef girt. Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî dê bi hinceta ku Demetê "gel teşwîqî dijminahî û kînê dike" li Serdozgeriya Komarê serîlêdana sûc bike.