Femînistan standa HDP'ê devir girtin
- 11:45 19 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Komek femînist bi gotina "Dengê me ji HDP'ê re" diyar kirin ku ew ê sibehê standa li Kadikoyê ya HDP'ê devir bigirin.
Komek femînistên ku gotin "Dengên me ji HDP'ê re" dê di 20'ê Hezîranê de ki Kadikoya Stenbolê standa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) devir bigirin. Feministan bang kirin ku hemû kes bila ji bo aşti û demokrasiyek mayinde dengên xwe bidin HDP'ê
Femînistan di daxuyaniya xwe de wiha gotin:
Em jin heta ku dengê xwe berz nekin em nikarin mafên xwe biparêzin. Ji bo dawî li şiddetê bê û em bikaribin dengê xwe berz bikin û ev welata biguhere divê HDP li meclîsê be.
Ger HDP bendavê derbas neke dê demokrasî nê vî welatî û ji bo aştî bê, ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe divê HDP biçe meclîsê. Dengê me ji HDP'ê re ye.