'Serketina HDP'ê lewazkirina faşîzmê ye'

  • 10:07 19 Hezîran 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan balkişand ser giringiya hêza gelan di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de û got: "Em bi HDP'ê dikarin dawî li îtifaqa AKP û MHP'ê bînin."
 
Hevşaredara Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  Leyla Arzu Îlhan 25 sal in penabere. Dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li wargehê qedandine, li zaningeha Selhedîn ya Hewlêrê beşa Arkeolojî xwendiye. Bi qedandina zaningehê re dest bi lêkolîn û lêgerîna ser beşa Arkeolojiyê  kiriye.  Li gel lêkolînên xwe di saziyên wargehê de jî kar dike. Di navbera salên  2015 û 2016'an de hevserokatiya meclisa Gel ya wargehê kiriye. Di sala 2016 û 2017'an de jî mamostaya beşa dîrokê ya akademiya Şehîd Ferhat kurtay bûye. Leyla piştî van hemû xebatan Di hilbijartinên sala 2018'an de hevşaredara wargehê hat hilbijartin. Hevşaredar Leyla hilbijartinên ku dê 24'ê Hezîranê li Tirkiyê bên kirin nirxand.
 
Leyla giringiya vê hilbijartinê ji bo hemû gelan wiha anî ziman: "Hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelê kurd gelek girîngin. Bi salane gelê kurd bi qirkrin, tunekrin û ji nedîtî ve tê bi îmhayê re rû bi rûye û ev êdî eşkere ye. Serketina hêzên demokrasiyê wê bibe têkçûna  hêzên faşîst û hegenmon."
 
Leyla wiha berdewam kir: "Timî hilbijartinên Tirkiye û bakûrê Kurdistanê bûye weke mijarek ya xapandina kurdan. Ji ber ku di van hilbijartinan de kurd nikarin bibin xwedî  hêz û îrade. Di kesayeta kurdan de nehêlame hêzên demokrat serkevin, her çiqas heya cihekê serkeftin bi des xistîbe jî lê herdem rû be rûyê êrîşên faşîstan maye. Ev êrîş bi eşker di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de hatin dîtin ku dewletê  xwe li encamê xwe negirt û ji bo hilbijartinê pêşwext di meha Mijdarê de hat kirin. Bi vê yekê faşîzma dewleta tirk  xwe li serkeftina gel û eniyên demokrasî ne girtin. Ev sê salain sîstema xwe ya dagirker, faşîzan û mîtinger li ser gelên Tirkiye dide meşandin. Niha jî tişta ku li Tirkiyê tê jiyîn berdewamiya heman mêtîngerî, Faşizan ya îtifaqa AKP û MHP'ê ku Tirkiye berbi tunebûnê ve dibe ye. Hewceye baş bêzanîn ku îtifaqa AKP û MHP'ê Tirkiye berbi tunebunê ve dibe ji ber wê jî biryara hilbijartina pêşwext dan. Eger hêza wan ya rêvebirin diktatoriyê hebûya wê heya hilbijartinê 2019'an çoba. Nekarîn desthilatdariya xwe bidin meşandin, ji bo wê jî biryara hilbijartina pêş wext dan. Bi vê biryarê jî lewazbuna wan li hemberî hêzên demokrat diyar dibe."
 
 'Bi îtifaqê qeyran dan avakirin'
 
Leyla balkişand ser hesabên îtifaza AKP û MHP'ê yên ser dengên faşîstan û wiha domand: "Dewleta tirk bi îtifaqa AKP û MHP'ê  qeyranên abûrî, siyasî, civakî û jiyanî derdixe. Ji bo bikaribe dengê nijatperestên Tirkiye bidest bixe dest bi êrîşên berfireh yên li ser xaka Kurdistanê kiriye. Armanca van êrîşan di hilbijartinê de dengê nijatperetan qezenc bike. Ji ber Erdogan  dizande deng ji Kurdan nastîne ji ber wê dest bi êrîşên tinekirinê yê leşkeri kiriye û hewara xwe gihand nijatperestan. Ji bo bikaribe temenê xwe yê îktidarê çend salêndin jî zêde bike." 
 
'Hêzên demokrat li dura HDP' ê komdibin'
 
Leyla bilêv kir ku hêzên demokrat hemû li dora HDP'ê dicivin û wiha pêde çu: "Hemu hêzên demokratik li dura HDP'ê kombune. Ew çareseriyê di partiya gelan HDP'ê re dibînin. Yek ji mijarên serke yên dewleta Tirk pirsgirêka Kurde, heya Tirkiye pirsgirêka Kurd hel neke mirov nikar di Tirkiye de behsa demokrasiyê bike. Ji ber ku  di Tirkiye de pirsgirêkên çandî, zîman, huner, etnîsîte, abûr heye, ji ber wê gelê Kurd ji bo hemû pêkhateyên Tirkiye de jiyan dikin bûye hêvî. HDP ji  bo gelan, pêkhateyan, kesayetê nivîskar, rojnameger, şoreşger bûye serçaveya têkoşînê. Bi pirojeya ku Rêber APO pêşkêş kirî heya niha jî di Tirkiye de bûye hêvî û daxaz ji bû hem kesayet û pêkhateyane."