Şemsa Yurtgul:Her hilbijartin ji bo dengan zarokên me qetil dikin
- 09:03 19 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Ji 33 ciwanên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin yek Murat Yurtgul bû. Dayika Murat Şemsa Yurtgul diyar kir ku Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî ji aliyê xizmên parlamenterên AKP’ê ve hatine qetilkirin û bang li Kurdên ku dengan didin AKP’ê kir û wiha got: “Di her hilbijartinê de ji bo dengan zarokên me qetil dikin. Destê xwe bidin ser wijdana xwe.”
Li Pirsûsa Rihayê Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adîl û Celal ji di encama êrîşa çekdarî ya xizmên parlamenterên AKP’ê û parêzvanên wan de jiyana xwe ji dest dan û li ser vê civakê bertekên mezin nîşan dan. Dayika Murat Yurtgul ku yek ji 33 ciwanên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsa Rihayê di êrîşa bombeya zindî de jiyana xwe ji dest da, Şemsa Yurtgul bang li kesên ku dengên xwe didin AKP’ê kir û wiha pê de çû: “Êdî destê xwe bidin ser wijdanê xwe. Êdî bes e.”
Şemsayê diyar kir ku bav û kurên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dane wek ciwanên ku 3 sal berê hatine qetilkirin bê gûneh in û wiha pê de çû: “Murat û 32 hevalên xwe li Pirsûsê şehîd ketin. Beyî sûc, beyî guneh hatin qetilkirin. Îro dîsa li wir komkujî pêk anîn. Divê kurd demildest ji wê riyê vegerin. Êdî bes e bila destê xwe bidin ser wijdanê xwe. Ma ji xwîna ciwanan têr nabin. Zarokên me xwendekar bûn. Ji bo gelên di bin zilmê de çûn wir. Li ser pişta wan ne çek ne bombe hebû.”
‘Bila Kurd êdî dengan nedin AKP’ê’
Şemsayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Sûcê wan çibû? Çi dixwazin ji Kurdan? Êdî bese divê gel ji vê şaşiyê vegerin. Em kurd in, em xwe nas dikin. Em li pey vî kesî neçin. Zarokên me, ciwanên me tên kuştin. Em zarokên xwe bi zehmetiyek mezin didin xwendin, mezin dikin. Bila her kes xwe bike şûna wê malbatê, ji wê malê sê deng kêm bûn. Bi xwîna mirovan gol çêkirin. Bila kurd êdî hişê wan bê serê wan. Di her hilbijartinê de ji bo dengan zarokên me qetil dikin.”