Di bin konan de têkoşîna jiyanê didin!
- 09:02 19 Hezîran 2018
- Jiyan
Zeynep Durgut
MÛŞ - Li her aliyê deşta Mûşê mirov dikare konên mitirban bibîne. Mitirbên ku ji derveyî bajar hatine bi zehmetiyên herî mezin re tedikoşin.
Li Tirkiyeyê herî zêde jin di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Li her aliyê deşta Mûşê mirov dikare mitirban ango ku ji wan re dibêjin qereçî bibîne. Mitirbên ku ji derveyî bajar hatine Mûşê bi derfetên herî kêm di bin konan de li gel zarokên xwe jiyana xwe didin meşandin.
'Mirov dikare heta kîderê di bin konan de bimîne?'
Jina bi navê Ayşan Altundag anî ziman ku ew li hemberî zehmetiyan têkoşîneke mezin didin û got ku bişev û roj baran dibare, ew nikarin di bin konan de razên û wiha axixi;"Em ji Amedê hatîne. Di her demsala biharê de em tên Melezgîrtê. Em bi komkirina slkan (pincarê şekir) debara xwe dikîn. Her sal di van deman de em tên. Ji ber ku ji bo me ji koçberiyê wêdetir tu çare tune ye. 8 zarokên min hene di nav van şert û mercan de em zehmetiyeke pir mezin dikşînîn. Her şev baran dibare zarok tî û birçî ne. Gava ku baran dibare em ne karin xwarinê çêbikîn, ne jî derbikevîn derve. Heyanî serê sibehê em bendewariya baranê dikîn ku bisekîne. Zarokên me bişev narakevin. Gava ku rewşa hewayê xweş dibe em li gel zarokên xwe diçîn zeviyan silikan kom dikîn. Ez hatime vî temenê xwe heyanî niha min her tim zehmetî dîtiye. Erdnîgarî û xwezaya vir pir xweş e. Lê di bin konan de mirov heya ku derê dikare têbikoşe. "
'Ez ji tunebûnê ava dikim'
Zaman Saraç jî bi lêv kir ku ew di temenê biçûk de zewiciye û got ku ew her demsalekê jiyana xwe li bajarekî din berdewam dikin û wiha got:"Em ji Êlîhê hatine. Ez 19 salî me. Ev 3 meh e em hatine Mûşê. Ez di temenê biçûk de hatime zewicandin niha 3 zarokên min hene. Ez her serê sibehê radibim ji tunebûnê ava dikim û ji zarokan re xwarinê çêdikim. Kincên xwe bi destan dişûm. Gava ku baran dibare jiyana me pir neyînî bi bandor dibe. Kincên ku em dişûn ziwa nabin. her wiha em nikarîn xwarinê çêbikîn. Car caran baran wisa xweş dibare em di konan de nikarîn bimînîn. Zarokên me nexweş dikevin. Debara me tune ye. Em di meha biharê de tên vir gindor(petêx) û zebeşan diçînîn. Ger ku şîn bûn bextê me heye, şîn nebin jî em wê salê pir zehmetiyê dikşînîn. Di nav heriyê de heyanî ku derê mirov dikare bijî. Zarokên me ji bêderfetî nexweş dikevin. Em her roj li riya nexweşxanê ne. Em dixwazîn ji bo zarokên me avahiyek gerim hebe. Em alîkariyê dixwazîn."
Pere têra me nake
Eyşê Yûce jî bal kişand ser zehmetiyên ku ew dikşînin û got ku di bin konan de pêşeroja wan tune ye û wiha pê de çû;"Em ne rûyê şev ne jî rûyê rojê dibînîn. Di nav vê nêçariyê de em pêşeroja xwe nabînîn. Em ji nêçariya xwe hatine vir. Ji ber ku li Êlîhê em nikarîn bixebitin em hatine Mûşê. Şîr tune ye ku bidim zaroka xwe. Pirê caran zarokên me dimînin ji birçîna. Şîr jî buha ye derfetên min tune ne ez ji zaroka xwe re bikirim. Em di bin konan de ne ji ber ku baran dibare konên me jî dilopan dikin û cilên me nivînên me şil dibin. Pereyê ku em qezenc dikîn jî ji ber buhabûna her tiştekî em nikarîn danûstandinê jî pê bikîn. Her roj tiştek buha dibe. Em dixwazîn dengê me bê bihîstin."