Jinên ciwan: Em ê dengê xwe bidin Leyla Guven

  • 09:01 19 Hezîran 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê hezîranê re xebatên jinan bênavber didomin. Namzeda HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Gûven ji ber ku girtiye di xebatan de cih nagire. Jinên ciwan diyar kirin ku her jineke ciwan dengê Leyla Gûven e û bang li jinan kirin ku di 24'ê hezîranê de biçin ser sindoqan.
 
Li her deverên Kurdîstanê û Tirkiyeyê bi taybetî jin bişev û roj xebatên hilbijartinê didin meşandin. Namzeda HDP'ê ya  Colemêrgê Leyla Gûven ji ber ku di girtîgehê de ye xebatên hilbijartinê li heremê beyî wê tên meşandin. Jinên ciwan anîn ziman ku dê 24'ê hezîranê vîna jinên Colemêrgê Leyla Gûven derbixin holê. 
 
'Em jin deng û rengê Leyla Gûven in'
 
Jina ciwan a bi navê Şehrîban Açar bi lêv kir ku ew şev û roja xwe dikin yek û got ku tu hêz nikare vîna jinan tune bike û wiha axivi;"Em wekî ciwanên Colemêrgê her roj xebatên hilbijartinê didîn meşandin. Em ciwan HDP'ê hêvî û azadî dibînîn. Ji ber wê yekê jî em di nav xebatên  HDP'ê de cih digirin. Ev xebat ji bo me pir girîng û bi wate ye. HDP di heman demê de partiya ciwanan û dengê gelan ê hevkar e. Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Gûven ji aliyê gel ve wekî vîn hatiye dîtin û ew kirine namzed. Hilbijartina jinan ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Di kesayeta Leyla Gûven de niha vîna jinên Colemêrgê di girtîgehê de tê girtin. Di heman demê de Selma Irmak jî parlementera Colemêrgê bû ku parlamenteriya  wê hat xistin û niha jî di girtîgehê de ye. Li hemberî vîna jinan bêtehemulliyek heye. Ji jinên zana ditirsin. Ji ber ku dizanin jin parêzvanên jiyaneke nû ne. Em jin deng û rengê Leyla Gûven in."
 
'Bila jinên ciwan li cem HDP'ê cih bigirin' 
 
Sîpan Turan jî daxuyand ku HDP ji bo ciwanan riya çareseriyê ye û got ku ew dixwazin Leyla Gûven di nav xebatan de bibinîn û wiha got:"Ji her ku biryara hilbijartinê hatiye dayîn û heta niha ez di nav xebatên HDP de cih digirim. Ev berpirsyariyeke xwezayî ye. Em jin li her qadeke jiyanê bi tundî û tacîzê re rû bi rû ne. Em jinên ciwan divê vê pêvajoyê li cem HDP cih  bigirîn. Ji ber ku HDP nêrîna jinên azad e. Ger ku li Tirkiyeyê azadî esas hatibûna girtin niha Leyla Gûven a ku ji bo azadiya jinan tedikoşiya wê ne di girtîgehê de bûna. Her namzetek niha li herêma xwe xebatên hilbijartinê dide meşandin. Lê Leyla Gûven di girtîgehê de tê girtin. Em dixwazîn vîna xwe di nav xebatan de bibinîn. Ev pêkûtî û bêhiquqî ye. HDP di nava vê aloziyê de hêvî ye. Dibe ku Leyla Gûven di girtîgehê de be, lê em li vir în û heyanî dawî em ê dengê Leylayê bidîn bihîstin."
 
'Wê Colemêrg dengê xwe bide Leylayan'
 
Fatma Olmez jî diyar kir ku divê her jineke Colemêrgê bi hêstiyarî di nav xebatên hilbijartinê de cih bigire û wiha domand:"Ji dîrokê heyanî niha gelê Colemêrgê her tim hatiye cezakirin. Ji ber ku di her hilbijartinê de em bersiva wan didîn. Heyanî niha me kîjan wekî vîn nîşan kiribe ji aliyê dewletê ve vîna me nehatiye naskirin. Leya Gûven vîna me ye, lê girtî ye. Divê her jinek bi hêstiyar tevbigere û di sindoqên Colemêrgê de deng û rengên Leylayan derbikeve."