ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 19 Hezîran 2018
- Rojev
*Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê hezîranê re xebatên jinan bênavber didomin. Namzeda HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Gûven ji ber ku girtiye di xebatan de cih nagire. Jinên ciwan diyar kirin ku her jineke ciwan dengê Leyla Gûven e û bang li jinan kirin ku di 24'ê hezîranê de biçin ser sindoqan. BI DÎMEN
*i her aliyê deşta Mûşê mirov dikare konên mitirban bibîne. Mitirbên ku ji derveyî bajar hatine bi zehmetiyên herî mezin re tedikoşin. BI DÎMEN
*Ji 33 ciwanên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin yek Murat Yurtgul bû. Dayika Murat Şemsa Yurtgul diyar kir ku Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî ji aliyê xizmên parlamenterên AKP’ê ve hatine qetilkirin û bang li Kurdên ku dengan didin AKP’ê kir û wiha got: “Di her hilbijartinê de ji bo dengan zarokên me qetil dikin. Destê xwe bidin ser wijdana xwe.” BI DÎMEN
*Jinên HDP’î yên xebatên xwe bi lez û bez didomînin, diyar kirin ku wê qedera hilbijartinê jî jin diyar bikin. BI DÎMEN
*Endama PM'a DBP'ê Semîre Kurt ji bo mîtînga di 21’ê Hezîranê de li Mêrdînê bang kir û wiha got: “Bila hemû Mêrdînî wê rojê li qadan bin. Ji bo ku em bersiva xwe bi awayekî herî baş bidin desthilatdariyê.” BI DÎMEN
*Rêvebera Mala Koompratîfan Zîlan Îsmaîl avakirina koompratîfan li bajarê Til Temir nirxand û diyar kir ku:"koompratîf geşkirina Aboriya civakê ne, her çiqas mirov Aboriya xweser geş bike dê xwedî li çand û dîroka xwe jî derkeve û zindî bike." BI DÎMEN
*Hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan balkişand ser giringiya hêza gelan di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de û got: "Em bi HDP'ê dikarin dawî li îtifaqa AKP û MHP'ê bînin."