TTB'ê xwest ku li nexweşxaneya Pirsûsê lêkolîn bê kirin
- 17:02 18 Hezîran 2018
- Rojane
ENQERE - Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman, xwest ku biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û kuştina 2 kesên malbata Şenyaşar li cihê bûyerê lêkolîn bikin.
Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) derbarê kesên malbata Şenyaşar ên li nexweşxanê ji aliyê xizmên namzetê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin de li avahiya Konseya Navendî civîna çapemeniyê pêk anî.
Li ser navê Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman daxuyanî da û ji malbata Şenyaşar re sersaxî xwest. Adiyaman, bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku ewlekariya nexweşxaneyan baş bigire û wiha got: “Ji bo rastî demildest derbikeve holê, piştevaniya hemû bijişk û xebatkarên tenduristiyê û ewlekariya nexweşxanê, em dixazin destûr bê dayîn ku em biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û lêkolinê bikin.”