Mêrê ku Meryemê qetil kir wê li Dadgeha Gel bê darizandin
- 14:31 18 Hezîran 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ- Jina bi navê Meryem Resûl a ku hat îdakirin întîhar kiriye derket holê ku ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.
Li Girikê Legê jina bi navê Meryem Resûl (44) berî bi çend rojan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û hat îdakirin ku Meryemê întîhar kiriye. Lê piştî lêkolîna asayîşê ku hat kirin hat diyarkin ku Meryem ji aliyê birayê xwe yê 35 salî ve bi çeka keleşînkofê hatiye qetilkirin.
Meryem a ku ev demek bû ji başûrê Kurdistanê li gel biryaê xwe dima hatibû rojavayê Kurdistanê û li cem xwişka xwe li Qamişloyê dima. Lê piştî bi demekê birayê wê yê bi navê Ebdul rahman diçe wê tîne û bi hinceta ku bi a malbata xwe nakê wê bi awayekî hovane qetil dike.
Abdulrahman yê ku Meryemê qetil kir niha li gel asayişê ye û tê payîn ku di demeke nêz de li Dadgeha Gel bê darizandin.