Emîne Şenyaşar: Polîs vekişiya û li pêş çavên min hevjînê min qetil kirin

  • 12:52 18 Hezîran 2018
  • Rojane
RIHA -  Dayîk Emîne Şenyaşar a di êrîşa Pirsûsê de hevjînê wê Esvet û du kurên wê Adîl û Celal hatin kuştin, hevjînê wê çawan li ber çavên wê kuştin vegot. Şenyaşar, diyar kir ku çawa êrîş hat destpêkirin, polîs ji nexweşxanê derketin û got: “Polîsek bi tenê ma bû, ligel ku min ji wî alîkarî xwest jî tiştek nekir. Kesê ku hevjînê min kuşt dikarim teşhîs bikim.”
 
 Emîne Şenyaşar a derbarê kuştina hevjînê xwe Haci Esvet û du kurên xwe Adil û Celal Şenyaşar ên ji aliyê xizim û parazvanên namzetê parlamenteriya AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin kuştin de ji ajansa me re axivî.   
 
'Piştî tacîzê kurê min dukan venekir'
 
Emîne Şenyaşar a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bû şahidê kuştina hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar, diyar kir ku berî bûyer pêk bê  bi 2 rojan di navbera wan û AKP'yiyan de nîqaş derketibû û wiha axivî: “Berî bûyerê bi 2 rojan hatin dikanê û ji kurê min re gotin ‘Dengê xwe bidin me.’ Kurê min jî ji wan re dibêje ‘Ma hûn ne kurd in?’ Ew jî dibêjin ‘Em kurd in.’ Li ser vê yekê kurê min dîsan dibêje ‘Ez jî kurd im, ez ê dengê xwe bidim kurdan. Hûn me dizanin, em ji derveyê HDP’ê dengê xwe nadin kesekî din.’ Dîsan diçin dikanê û kurê min tacîz dikin. Kurê min dibêje ‘Ev bela  ne, dê bela bînin serê me’ û 2 rojan dikana xwe venake. Roja erîfê bû, çû dikan vekir. Ew jî vê carê bi çekan tên dikanê û komkujiyê pêk tînin.” 
 
'Piştre hayê min û hevjînê min pê çêbû'
 
Emîne, anî ziman ku di dema bûyerê de ew li mal bûn û wiha got: “Çawan ku me agahî girt, me bazda. Berî ku bigihê cihê bûyerê, jinan ji min re got ‘Neçe zarokên te kuştin. Dê te jî bikujin.’ Destûr nedan ez biçim. Dema ez vegeriyam malê min hevjînê xwe di rêde dît. Agahiya wî ji tiştekî tune bû. Ji min pirsa ‘çi bû’ kir. Min jî jê re got. Dûre me xwest em biçin dikanê lê polîsan destûr nedan. Pişt re ambulans hat. Yek ji dikanê derxistin û li ambulansê siwar kirin. Dûre kesek hat bi pîkabê em birin nexweşxanê.”
 
'Hem lêdan hem jî kuştin'
 
Dayîk Emîn, derbarê linçkirina hevjînê xwe yê li nexweşxanê de wiha axivî: “Bi hevjînê xwe re em çawan ketin nexweşxaneyê, xizmên wekîlê AKP’ê Yildiz, êrîşî me kirin. Nêzî 20 zilaman êrîşî me kirin. Bi şûşeyên serûman li serê hevjînê min xistin. Lê didan. Di nava  xwînê de ma. Min xwest ji destê wan xelas bikim. Çûm aliyê rast û beziyam aliyê çepê lê vale bû. Min nekarî tiştekî bikim û ji destê wan xelas bikim. Polîs ji wir dûr ketin. Ji nexweşxanê derketin. Tenê polîsek li wê derê ma. Ez çûm û min pestika wî  girt û jê re got ‘Hûn çawa hikûmetg in. Zilam kuştin, were xelas bike.’ Lê qet ji cihê xwe ranebû. Min ew ji cihê wî hejand, min dîsan jêre got ‘Hûn dewletek çawane.’ Polîs ne  ji cihê xwe rabû û ne jî axivî. Piştî hevjînê min lînç kirin, gule bera serê wî dan. Ger ez kesê gule bera serî wî da bibînim ez ê nas bikim. Dûre ez ji ser hişê xwe çûm, yek ji hevalên zarokên min hat ez ji wir birim. Nayê bîra min ez çawan ji wir birim. Çawan  linç kirin û kuştin min bi çavên xwe dît. Piştî wê tiştek nayê bîra min. Yek hebû, tim digot ‘Teqez em ê te bikujin.’  Pora vî kesî kurt bû. Rûyê wî tije û gulevar bû. Ez wêneyê wî jî bibînim ez ê wî nas bikim.”
 
'Hemû kamera şikandin'
 
Emîne, da zanîn ku hemû kamerayên nexweşxanê şikandin û wiha bilêv kir: “Birîna kurê min Celal giran bû, lê birîna Adil sivik bû. Hevalên zarokên min ên birin nexweşxaneyê wiha ji min re gotin ‘Birîna wan ne pir giran bû, baş bûn û diaxivîn. Me got em wan nebin Nexweşxaneya Dewletê ya  Pirsûsê. Em wan bibin nexweşxaneyek cuda ya Rihayê lê polîsan destûr neda. Polîsan bi israr gotin hûnê bibin nexweşxaneye Pirsûsê û me jî ew birîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Me ji ambulansê anîn xarê û birin nexweşxaneyê. Bijîşkan dest bi dermankirina birînan kirin. Wan hat min jî derb kirin. Dûre bijîşkan bang li min kirin û gotin bireve dê te jî bikujin. Ez jî di paceyê re reviyam. Gava ez reviyam dengê çekan hat.’”
 
‘Ez vê zilmê qet ji bîr nakim’
 
Emîne, dest nîşan kir ku tiştên hatin jiyîn ji derveyî zilmê ne tiştek din bû û wiha domand: “Gelo ez ê vê zilmê çawa ji bîr bikim? Cigera min şewitî. Hêvî dikim cigera wan jî bişewite. Ev zalim in.  Ev tacîzkar in. Vana çav berdane jinên Pirsûsê. Ev bi çav û gotinên xwe jinan tacîz dikin. Hemû kes wan nas dikin. Bê sûc û bê sedem me 3 can dan.”
 
'Di dikana xwe de rastî êrîşê hain'
 
Emîne, ji be girtina kurê xwe Fadil ê li nexweşxanê dihat dermankirin îsyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min 3 zarokên xwe  sipartin axê. BIi ser de jî kurê min girtin. Bi çek û kêran hatin û qetil kirin. Dûre jî kurê min girtin. Ev zilm nayê qebûlkirin. Bi birîndarî birin. Ma ev dewletek çawa ne? Bila kurê min berdin. Kurê min li wê derê, ez jî  li vê derê dimirim. Em hem rastî zilmê tên û hem jî tên girtin. Hemû cîhan dizane, zarokên min di dikana xwe de rastî êrîşê hatin. Polîs jî dinavê de hemû Pirsûsî dizanin ku zarokên min mirovên çawanin. Zarokên min ne diçûn qehwexaneyê jî. Tu carî zirar nedan kesekê. Gelo ev edaletek çawane.”