Di mîhrîcana Fîdan Dogan de hat xwestin ku komkujî bê ronîkirin
- 12:12 18 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Jinên Kurd a Fîdan Dogan-Rojbîn ku ji bo bîranîna Fîdan Dogan hat lidarxistin, li parka Creteil Pompadour Val De Marne ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat.
Mîhrîcana ku li Fransayê ji aliê Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ve bi navê Fîdan Dogan - Rojbîn li payitextê Fransa Parîsê hat lidarxistin li Parka Creteîl Pompadour Val De Marne pêk hat. Li mîhrîcanê di saetên serê sibehê de stand hatin vekirin û pêşangeha wêneyan ku ji wêneyên jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û wêneyên jinên ku di nava 3 salan de li tevahiya cîhanê hatin qetilkirin pêk dihat hat vekirin.
'Bila komkujî bê ronîkirin'
Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre bi navê TJK-F Şengul Karaca axivî, silav da beşdaran û diyar kir ku ew serbilind in ji ber ku bi navê Rojbîn-Fîdan Dogan mîhrîcanek bi vî rengî tê lidarxistin. Şengul da xuyakirin ku ew şopdarên nirx û têkoşîna Rojbîn-Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez in û got, heta ku komkujî ronî bibe wê li pey vê dozê bin.
Senatora Val De Marne ya ji Partiya Komunîst a Fransayê Laurence Cohen û Seroka Komeleya France-Kurdistan Sylvie Jan jî li qada mîhrîcanê axivîn û destnîşan kirin ku nedarizandina hêzên li pişt komkujiya Parîsê ne, şerma Fransayê ye. Qisekeran diyar kir ku di têkoşîna ronîkirina komkujiyê de ew bi jinên kurd re ne.
Dostên Kurdan, di têkoşîna dijî rejîma despot a Erdogan de bal kişandin ser girîngiya pêvajoya hilbijartinê û destnîşan kirin ku di 24'ê Hezîranê de ew gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî re beşek ji pêvajoya hilbijartinê ne.
KJK'ê peyam şand
Koordînasyona KJK'ê jî Peyamek şand mîhrîcan û beşdar silav kirin. Di peyamê de wiha hat g otin:,"Jinên ku hêza pêşeng a şoreşê ne, girîng e rastiya sîstema li Ewropayê baş têbigihêjin û li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî hê bi xurtî bi mîsyona xwe ya pêşnegiyê rabin."
Nûnerên FEDA, SKB û Rêxistina Jinan a Cîhanê jî li mîhrîcanê axivîn û işaret bi girîngiya têkoşîna jinan kirin. Nûnerên saziyan di têkoşîna jinê de bal kişandin ser cihê jinên Kurd û gotin, li dijî nîjadperestî, faşîzm, qirkirina jinê û sîstema baviksalariyê jin wê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin."
Koma jinê ya TEV-ÇAND'ê Kevana Zêrîn, Yelda Abbasî, Ozlem Baglayan, Nûarîn, koma Roj Arya ya govendê, koma muzîkê ya Cezayîrî Tighri Uza di festîvalê de derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Mîhrîcan bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" qediya.