Li Mersînê dengê jinan ji HDP’ê re ye:Dema AKP û Erdogan tije bûye

  • 09:04 18 Hezîran 2018
  • Rojane
MERSÎN - Jinên Mersînê diyar kirin ku li Tirkiyeyê krîzek rêveberî û demokrasiyê heye û gotin wê dengên xwe bidin HDP’ê û dema AKP û Erdogan jî êdî tije bûye.
 
Jinên Mersînê diyar kirin ku bendewariya wan ya herî mezin ev e ku Tayyîp Erdogan bişînin û gotin AKP û Erdogan êdî dema xwe tije kirine.
 
‘Ez dengê xwe nadim tifaqan’
 
Melek ya di 24’ê Hezîranê de yekem car dengê xwe bi kar tîne diyar kir ku tevî malbata wê MHP’î ye tercîha wê cuda ye û wiha got: “Armancek û seknek siyasî ya MHP’ê tune ye. Bi pisgirêkên xwendekaran re eleqeder nabin. Çareseriya pêk naynin. Ez dengê xwe ne didim AKP’ê û ne jî MHP’ê. Ez ê her tim edeletê biparêzim. Ez biaxivim wê min bavêjin girtîgehê. Di girtîgehan de gelek kes hene. namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de ye. Ez girtina wan şaş dibînim.”
 
 ‘Rêveberiyek nû şert e’
 
Gulcan Can Atan jî destnîşan kir ku gelek penaberên mexdurên şer di encama polîtîkayên şaş de li Tirkiyeyê hatine bi cih kirin û ev pisgirêk li Mersînê pisgirêkên cidî derdixe holê û got: “Piştî penber hatin Tirkiyeyê, ji ber hinek koman em nikarin zarokên xwe derxin derve. Em li welat û bajarên xwe êdî ditirsin. Ji ber vê divê rêveberiya AKP’ê bê guhertin.” 
 
Mîne Ondeş bi lêv kir ku divê rêveberiya welat demildest biguhere û wiha pê de çû: “Pêşengê partiya ku bi diziyê tê zanîn li ser ve fikrên xwe tîne ziman lê pêşengê din jî di hundir de ye. Ev tiştekî ne normal e. Li dijî van dijhiqûqiyan ez dengê xwe didim HDP’ê.
 
‘Ji bo çareseriyê bersiva min HDP ye’ 
 
Jina bi navê Ozlem Înan jî daxuyakirin ku yekane navnîşana çareseriya pisgirêkên Tirkiyeyê HDP û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş e û wê dengê xwe bide HDP’ê.
 
Hatun Îşnas jî bi lêv kir ku divê kurd li dijî AKP’ê di 24’ê Hezîranê de bibin yek û di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwist bidin AKP’ê.