Bêrîvanên Colemêrgê: Divê li 16 salan salek din zêde nebe

  • 09:01 18 Hezîran 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Berîvanên  Colemêrgê der barê hilbijartin û qedexeyên herêmê de axivin û gotin ku êdî divê li 16 salan salek din zêde nebe. 
 
Ji dema ku  AKP îktîdar e û hetanî niha li herêma Colemêrgê her roj  zozan tên qedexekirin. Jinên ku li gundê Minyanîşê bi xwedîkirina pez debara xwe dikin bertek nîşanî hikûmetê dan û gotin ku divê jin di 24'ê hezîranê de li ser sindoqan vîna xwe nîşanî tevahiya cîhanê bidin. 
 
'Em ê di 24'ê hezîranê de dawî li qedexeyan bînîn' 
 
Ji jinên bêrîvan Makbule Olmez anî ziman ku ji ber qedexeyan pezê wan zirarê dibîne û got ku divê di 24'ê hezîranê de dawî li qedexeyan bê anîn û wiha axivi;"Ev hilbijartin ji bo gelê kurd bi wate û girîng e. Em bi hêvî û bawerî ne ku ev sal dê bibe cejna mazluman. Ez bi salan e li gund bi xwedîkirina pez û bêrîvaniyê debara xwe dikim. Lê belê îsal ji ber qedexeyan em nikarîn pezê xwe ji axur derbixînîn çiyê. Divê êdî dawî li van qedexeyan bê. Em ji van qedexeyan bêzar bûn. Her tim di jiyana me de sînor û qedexeyên dewletê hene. Ev qedexe me ji her tiştekî dûr dixe. Em ditirsîn ku li zozanan pezê xwe biçerînin ji ber ku em dizanîn ger ku  em herîn ew ê me ji hewa de bombe bikin û piştre jî bibêjin 'Welle ew terorîst bûn'. Ji ber vê em nikarîn herîn pezê xwe biçerînîn. Divê bi taybetî jinên Colemêrgê du 24'ê hezîranê de biçin ser sindoqan û bi vîna xwe  dawiyê li qedexeyan bînîn."
 
'Divê li 16 salan salek din zêde nebe'
 
Jina bi navê Seyhan Olmez jî diyar kir ku êdî wextê îktîdara heyî tijî bû û got ku ew dixwazin gundên wan zozanên wan êdî azad bibin û wiha domand:"Salên berê rewşa me  baştirê bû. Qet nebe evqas qedexe nedihat îlankirin. Em îsal bi van qedexeyan nêçar kirîn. Divê li 16 salan salek din zêde nebe. Destê me û lingên me hatine girêdan. Em nikarîn herîn çiyayên xwe pezê xwe biçerînîn. Em hêvî dikin ku 24'ê hezîranê ji me re bibe wesileya mizgîna azadiya gelan."
 
'Pêdiviya me bi îktîdara bi qedexeyan li ser piyan nîne'
 
Her wiha Nacîye Demîr jî got ku ew dixwazin aşitî û aramî bê welat û wiha berdewam kir;"Divê em tifaqa xwe ava bikîn û bi hev re aşitiyê bînîn welat. Gava ku jin diçin ser sindoqan divê zilmê û tundiyê bînin berçavên xwe û wisa dengê xwe bi kar bînin.  Pêdiviya me bi îktîdara ku gel bi qedexeyan rêve dibe tune ye. Bi qedexeyan jiyan jiyan li me kirine girtîgeh. Ji me re qedexe ne hewceye ,jiyan ji me re pêwîst e. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 24'ê hezîranê de biçin ser sindoqan." 
 
'Ew ê 24'ê hezîranê  hesab bidin gel'
 
Asmîn Olmez a ku herî dawî axivî  daxuyand ku divê gelê kurd xwedî li vîna xwe derbikeve û got ku ji hişmendiya heyî re di 24'ê hezîranê de bersivek wan heye û wiha berdewam kir;" Em êdî vê hişmendiyê qebûl nakîn. Ew tiştên ku salên 90'î de jî nehatinekirin dixwazin bi qedexeyan pêk bînin. Bi qedexeyên li ser zozan û newalên me dixwazin ku em gundên xwe vala bikîn. Ew ê 24'ê hezîranê  hesab bidin gel."