ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN

  • 09:00 18 Hezîran 2018
  • Rojev
*Berîvanên  Colemêrgê der barê hilbijartin û qedexeyên herêmê de axivin û gotin ku êdî divê li 16 salan salek din zêde nebe. BI DÎMEN
 
*Namzeda HDP’ê ya Amedê Ferda Fahrîoglu Akin bi lêv kir ku kurd bingehê  damezerîner yên Tirkiyeyê ne lê ji dîroka Komarê heta niha hewl hatiye dayîn ku kurd bên tunekirin û wiha got: “Ger dewletek li dijî gelê xwe polîtîkaya şer û qirkirinê bimeşîne, ciwanan di bodruman de bişewitîne wê demê ne pisgirêka kurd, pirsgirêka Tirkiyeyê heye.” BI DÎMEN
 
*Naciye Kaya ya li Somayê hevjînê wê jiyana xwe ji dest da ji bo  runiştina doza di 19’ê Hezîranê de pêk tê bang kir û got wê dest ji dozê bernedin û bişopînin. BI DÎMEN
 
*Jinên Mersînê diyar kirin ku li Tirkiyeyê krîzek rêveberî û demokrasiyê heye û gotin wê dengên xwe bidin HDP’ê û dema AKP û Erdogan jî êdî tije bûye. BI DÎMEN
 
*Hevberdekva Partiya Keskan û Çepa Pêşerojê Eylem Tuncaelî diyar kir ku ji ber HDP partiya jinan e, bernameyên wê yên ekolojiyê hene û taybetiyên wê yên ciwanan dide xuyakirin heye, pêkhateya HDP’ê ne û got wan tifaq ava nekirine ev tifaqa heyî ya  gelan e. BI DÎMEN
 
*Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico li ser pêşketinên dawîn ên leşkerî û siyasî, bandora wan a li ser kurdên  ezîdî, li ge van pêşketinan sekin û helwesta kurdên êzidî nirxandin kir.