Namzedên HDP'ê gera xwe ya derî bi derî berdewam dikin

  • 18:26 17 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de şahiya muzîkê li dar xist û li Serhedê jî di serdana gund û navçeyan bi gel re hevdîtin hat kirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdîna ku xebatên hilbijartinê herî zêde lê tên kirin, îrojî xebatên xwe berdewam kirin. Di çarçoveya van xebatan de li Şemrexê HDP'ê bi tevlibûna namzeêdn xwe yên mêrdînê, Tuma Çelîk û Pero Dundar şahiya muzîkê li dar xist. Bi sedan kesên ku li ber buroya hilbijartinê kom bûn li ber muzîkê govend girtin.
 
Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku li Pirsûsa Rihayê jiyana xwe ji dest dan bername hat destpêkirin.  Piştre Hevserokên Navçeya Şemraxê û namzedê HDP'ê Tuma Çelîk axafitnek kurt kirin.
 
Pitre namzeda HDP'ê ya Mêrdînê Pero dundar axivî û wiha got: "Duh li Şirnexê mîtîngh hat kirin. Wekî ku Mehemet Tunc serî netewand gelê Şirnexê jî serî netewan. Li vêderê tenê pirsgirêkek heye.  Ew jî Erdogan û AKP ne.  Dixwazin ku gelan bikin dijminên hev.  Ji bo vê axê divê ku gel biçe ser sindoqan mecliseke ku kurd lê nebin ya yek mirovî û yek zimanî ye."
 
Mûş
 
Li Mûşê jî xebatên hilbijartinê hatin kirin  û namzeda HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û heyeta pê re  li gundan serdan gel kirin .Gulîstan rastî eleqeyeke mezin a jinan hat û bi jinan re govend girt û wêne kişandin.
 
Wan
 
Rêxistinên HDP'ê yên bajarê Wanê û navçeyên wê jî di roja 3'emîn a cejnê de bi gel re li navçey û li taxan hatin gel hev.  Namzedê HDP'ê yê Wanê Tayyîp Temel li navçeya Sarayê  bi gel re hat cem hev  û li taxa Avzerk û Xirapsorkê  çû serndana welatiyan û cejna wan pîroz kir.
 
Bedlîs
 
Rêxisitna HDP'ê ya bajarê Bedlîsê jî li navçe û navenda bajêr bi gel re hat gel hev. Xebatkaran hem li navçe û hem li navçeyan û hem jî li buroyên hilbijartinê derbarê hilbijartinê de gel agahdar kirin. Di serdanên ku hatin kirin de Namzedê HDP'ê Zahît Mutlu û endama PM'a HDP'ê  Nurten Uzumcu tevli bûn. 
 
Erdexan
 
Li Erdexanê jî namzedên HDP'ê Taşkin Aktaş û Ozturk Polat li navçeya Goleyê xbatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin. Namzedên ku çûn serdana gelek gundan bi gel re hevdîtin kirin.
 
Erzirom
 
Namzedên HDP'ê yên Erziromê jî li navçeya Tekmanî, Xinûş, Karaçoban, û Karayaziyê li gundan bi gel re hatin gel hev.