HDP li Îzmîrê bi elewiyan re kom bû
- 17:32 17 Hezîran 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Namzeda HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, bi nûnerên saziyên ewlewiyan re kom bû. Serpîl a ku got AKP-MHP zayendparêz û nijadperest in wiha got: "Siyaseta dijmin tenê HDP dikare rawestîne."
Namzedên HDP'ê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îzmîrê, bi nûnerên saziyên sivîl yên elewiya re kom bûn. Di civînê de namzeda Îzmîrê Serpîl Kemalbay, heyeta pêr re û endamên Komeleyên Elewiyan yên Gundan ên Hekîmhana Meletyê jî tevli civînê bûn.
Di civînê de namzeda HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û got ku HDP partiyeke ku piştevaniya civakî rast dibîne, azadîxwaz e û teva hiya civakê di nav xwe de dihewîne ye. Serpîl wiha berdewam kir: "Serokomar dixwaze ku rejîma OHAL'ê mayînde bike, Yek partiyê dixwaze dixwazeî, jinan û baweriyên cuda napejirîne û îtîfaka ku Erdogan û Bahçelî bi hev re kirin nijadperest e."
Nûnerên elewiyan jî diyar kirin ku êdî rewşê siyaset derbas kiriye û divê êdî dawî li îktîdara AKP'ê bê anîn.