Hevserokên HDP'ê bi gelên Çukurovayê re tên cem hev
- 14:23 17 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo mîtîngên ku wê sibe HDP bi tevlibûna hevserokên xwe li Edene, Mêrsîn û Antalyayê pêk bîne banga tevlibûnê hat kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo mîtîngên ku wê li Edene, Mêrsîn û Antalyayê bi tevlibûna hevserokên xwe li dar bixe xebatên xwe berdewam dike. Rêxistina Bajarê Edeneyê ya HDP'ê ji bo mîtînga ku wê sibe saet di 18.00'an de bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan bê lidarxisitn banga tevlibûnê kir.
Mêrsîn
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, ji bo mîtînga ku wê sibe bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan bê lidarxistin banga tevlibûnê kir. Mîtînga ku wê sibe li ber Stadyuma Sirri Gur bê lidarxisitn wê saete di 16.00'an de dest pê bike.
Antalya
Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî ji bo mîtînga ku wê bi tevlibûna Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî bê lidarxistin xebatên xwe berdewam dike. Xebatkarên partiyê ji bo mîtînga ku wê li Kompleksa Sporê ya Turgut Ozal bê lidarxisitn belavok belav kirin û banga tevlibûna mîtîngê kirin.