Ji bo mîtînga Nisêbîn û Qoserê banga tevlibûnê hat kirin

  • 11:32 17 Hezîran 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Qoserê, ji bo mîtîngên ku wê sibe bên destpêkirin banga tevlibûnê kir.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê sibe starta mîtîngên ku wê li navend û navçeyên Mêrdînê bên kirin bide. Li gel xebatên mîtîngên ku wê li Nisêbîn û li Qoserê bên kirin berdewam dikin, ji bo tevlibûna mîtîngan Rêxistina HDP'ê ya Qoserê, banga tevlibûna mîtîngan li gel kir.
 
Daxuyaniya ku namzeda HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar evli bû li navenda HDP'ê ya navçeyê hat kirin. Ji bo mîtînga ku wê li Otogara navçeyê bê kirin û wê Hevserokên Navçeyê, namzedên HDP'ê û koma Hîvron tevli bibe  banga tevlibûnê li gelê Mêrdînê hat kirin.
 
Wê mîtînga Nisêbînê sibe saet di navbera 16.00 û 20.00'an de li Qada Newrozê bê lidarxisitn.