Jinên Şengalê: Dê zîhniyeta faşîst têk biçe

  • 09:02 17 Hezîran 2018
  • Rojane
Delîla Axîn/Orîvan Ebdo
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê pêknanîn û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de diyar kirin ku divê dewleta tirk axa Efrînê ya dagir kiriye terk bike û gotin:"Dê zihniyeta faşîst a ku Efrîn dagir kir têk biçe."
 
Jinên Şengalê derbarê pêknanîn û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de anîn ziman ku ew ê hesabê pêkanînê qirêj ên ku li ser gelê Efrînê hat kirin û hîn tê kirin, bê pirsîn û gotin:"Erdogan pêkanînên bi destên çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê pêk anî niha bi heman zîhniyeta faşîst û qirêj li ser Efrînê pêk tîne. Dê hesabê van pêkanînên faşîst û yekperest bê pirsîn."
 
Jina bi navê Suad Hisên da zanîn ku temenê pergalên yekperest ne demokrasî her dem xezeb û şer afirandiye û got:"Îro Erdogan li Tirkiyeyê pergalek yekperest ava kiriye û kesên ku ne di fikra wî de bin tasfiye dikin û dixe girtîgehan. Erdogan bi heman şêwazê êrîşî Efrînê jî kir û niha li Efrînê bi destên çeteyên OSO'yê heman pergalê ava dike û di vê pergalê de koletiyê dîsa li ser jinê ferz dike. Divê di destpêkê de jin li dijî van pêkanînên Erdogan derkevin û di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de Erdogan têk bibin."
 
'Jinên Êzidî dê serî li dijî pergala yekperest netewîne'
 
Her wiha jina bi navê Emşo Eyo jî da zanîn ku jinên Êzidî dê serî li dijî pergala yekperest netewîne û got:"Bi êrîşan û bi kuştinê gelê Kurd tune nabin. Em bi hêztir dibin. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ketin Şengalê û çeteyên OSO'yê jî ketin Efrînê bi piştgiriya Erdogan dest avêt cihên pîroz û dîrokî. Ev yek pêkanînek dijmirovî ye. Ew ê Erdogan û hevkarên wî li ser her çar parçeyên Kurdistanê tu carî negihêjin armanca xwe."