Li qada Galatasarayê Cejna 690'an
- 15:46 16 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Dayîkên Şemiyê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de li Qada Galatasarayê kom bûn û gotin: “Hêrsa me weke roja destpêkê germ e. Cejin ji bo me ne cejn e.”
Dayîkên Şemiyê, ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîlên wan bên darizandin, di çalakiya 690’emîn de li Qada Galatasariyê kom bûn. Xizmên windayan, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Serokê Partiya Gelan a Komarê (CHP) a Stenbolê Canan Kaftancîoglu û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Birayê, Ridvan Karakoç ê di 15’ê Sibata 1995’an dibin çavan de hat windakirin, Hasan Karakoç di destpêkê de axivî û wiha got: “23 sal in em li Qada Galatasarayê tên gel hev. 23 sal in em aqûbeta windayên xwe dipirsin. Lê heya niha tu pêşketin çê nebûye. 40 sal jî derbas bibin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî axiftina Hasan Karakoç, birayê Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an dibin çavan de hat winda kirin Alî Ocak axivî û got: “Li aliyekê em ji bo windayên xwe li edaletê digerin û li aliyê din jî ji bo sûcên din ên mirovahiyê pêk neyên em i Qada Galatasarayê kom dibin. Lê desthilatdarî lîstîka sê meymûnan dilîze. Naxwaze dengê me bibihîse û me bibîne. Ligel vê yekê sûcên nû dike. Em jî mîna hemû kesê dixwazin cejna hezkiriyên xwe pîroz bikin. Cejin ji bo me ne cejne.”
Kurê Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê Kanûna 1993’yan dibin çavan de hat windakirin Fehîm Taşkaya jî, bal kişand bêdengiya li hemberî wan û axivî: “Em jî weke hemû kesê dixwazin cejnê pîroz bikin. Lê li ser vê erdnîgariyê cejin pîroz kirin pir zore. Berî mirov winda dikirin, lê niha li ber çavên hemû kesê mirovan dikujin. Ez bang li dozgerên dewletê dikim ev menzere berhemê we ye. Bi salan we bêhiqûqiyên hatin jiyîn nedîtin. Vaye îro jî hûn wisan nêz dibin.”
Yek ji mirovên Şemiyê Sebla Arcan daxuyaniya vê hefteyê xwend û wiha got: “Bi boneye Cejna remezanê em çalakiya xwe ya îro diyarî hemû malbatên windayan dikin.”
Piştî axaftinên hatin kirin, çalakî bi dawî bû.