Berxwedana li dijî xespkirina Îradeyê di roja15'an de ye

  • 14:25 18 Mijdar 2024
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda berxwedanê ya ku li Xelfetiyê li dijî desteserkirina îradeyê destpê kir, di roja xwe ya 15’an de berdewam dike. 
 
Nobeda berxwedanê ya ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hat kirin, li ber avahiya şaredariyê dest pê kir, di roja xwe ya 15'emîn de berdewam dike. Di mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ya duh li Êlihê hat lidarxistin j Xelfetî  tevlibûneke girseyê pêk hat, çalakiya nobedê ya li Xelfetî ya li dijî qeyûman hat lidarxistin jî li wê hate lidarxistin. 
 
Tevî hewaya sar jî welatî di saetên serê sibê de hatin ber avahiya şaredariya Xelfetiyê y û pankarta "Demokrasî, ne qeyûm" li qada ku nobeda berxwedanê lê dewam dike daliqandin. Rêxistina navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê  û gelek kes beşdarî nobeda berxwedanê ya bi pêşengiya Şaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û gel bûn.
 
Li aliyê din ji bo hevgirtinê rêxistinên Partiya Wekhevî û  Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Riha Hewag û Rêxistinên navçeya Bîrecûkê piştgirî dan nobeda berxwedanê. 
 
Nobeda berxwedanê ya li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî didome.