‘Tu bi dengekî dikarî pir tiştî biguherî’

  • 09:07 15 Hezîran 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Esmer Çikmaz a di qedexeyên Cizîrê de keça xwe Yasemîn û kurê xwe Vahap winda kiriye pirsa ‘Ji bo dewletê ferqa cerdevan û gerîla tuneye. Hûn ê heta kengê berê çekê bidin xwe?’ ji cerdevanan pirsî.  Esmerê bang li hemû kesî kir ku  dema ku diçin ser sindoqan  zarokên ji bo gel berxwe daye ji bîr nekin.
 
Esmer Çikmaz a di qedexeya derketina derve de keç û kurê xwe bi 20 roj navberê winda kir, diyar kir ku tiştên jiyaye bi vegotinê naqede.
 
Esmerê  pêvajoya jiyaye wiha vegot: “Min nizanibû keça min şehîd ketiye. Hemû ji xwe li ber çavên me şehîd ketin. 200 metre di navbera me de hebû.  Bi dehan kesî wisa can da. Hemû zarok bûn. Di 7’ê Sibatê de şehîd ketin. Em di 27’ê Sibatê de hîn bûn ku cenaze li Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê ne. Min cenazeyê keça xwe dît. Çavên wê derxistibûn. Ez wan rojan ji bîr nakim. Morg nedixebitîn. Her der bîhn jê dihat. Maske dan min. Min maske negirt. 20 roj şûnde jî kurê min şehîd ket.”
 
Esmerê diyar kir ku çîroka wê dirêj û kûr e û wiha got: “Tiştên me dîtin nayên vegotin. Dewlet cara yekem Kurdan qetil nake. Naxwazin gelê Kurd pêş bikevin. Ji bo dewletê ferqa cerdevan û gerîla tuneye. Kurd Kurd e. Loma divê kurd çekê li hev nekişînin û bibin yek.
 
‘Bi dengekî dikare gelek tişt biguhere’
 
Esmerê pirsa ‘hûn ê heta kengî berê çekê bidin xwe’ ji cerdevana pirsî û wiha got: “Dewlet hemû Kurdan wek hev dibîne. Tu cerdevan jî bî, tu leşker bi jî tu Kurd î. Ji ber vê yekê dema yekitiyê ye. Dema hûn diçin ser sindoqan wan zarokên ji bo gelê xwe berxwe dan ji bîr nekin.”