Îdareya girtîgehê dest danî ser şîr û mamayê Miraz
- 10:35 9 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îdareya Girtîgehê dest xist ser şîr û mamayê Miraz ê 22 mehî ku tevî dayika xwe Gulistan Dîken di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de tê girtin.
Îdareya Girtîgehê dest xist ser şîr û mamayê Miraz ê 22 mehî ku tevî dayika xwe Gulistan Dîken di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de tê girtin. Gulistanê di telefonê de ji hevserê xwe Cengiz Akbaba re ragihand ku şîr û mamayê Miraz hîn ji aliyê îdareyê ve nehatiye dayin. Malbata Gulistanê ragihand ku ew ê derbarê vê bûyerê de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.