Li Qamişloyê mêr bi minasebeta 25'ê Mijdarê meşiyan

  • 15:42 18 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de meşeke xweser a mêran a girseyî li dar xist.
 
Kongra Star di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de meşeke xweser a mêran li dar xist.
 
Endam û rêveber ên Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên civaka sivîl û bi sedan kes beşdarî meşê bûn.
 
Meşê ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û heta bi Çerxerêya Şehîd Rûbar dewam kir. Piştî ku girseya meşê li Çerxerêya Şehîd Rûbar sekinî, li ser navê Kongra Star Cewahir Osman bi zimanê kurdî û Xufran Tewkeb jî bi zimanê erebî axivîn.
 
Cewahir Osman di axaftina xwe de gotinên Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xistin û destnîşan kir ku pewîstî heye ku di civakê de mêrên azad hebin. Cewahir Osman bal kişand ser tundiya li ser jinan jî û diyar kir ku divê tundî bê redkirin û têkoşîna li dijî tundiyê bê bilindkirin. Cewahir Osman di berdewama axaftina xwe de behsa wateya roja 25’ê Mijdarê kir û diyar kir ku hêzên desthilatdar di şexsê jinan de li ser civakan tundiyê ferz dikin.
 
Cewahir Osman di dawiya axaftina xwe de got: “Tundiya li ser Rêber Apo, tundiya li ser tevahî jinan e. Lewma em ji dijmin re dibêjin êdî bes e, hûn nikarin îradeya me tune bikin.”
 
Xufran Tewkeb jî di axaftina xwe de têkoşîna jinên Koreyî silav kir û destnîşan kir ku li her derê cîhanê jin têkoşîna azadiyê dimeşînin.
 
Xurfan Tewkeb di dawiya axaftina xwe de got: “Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya têkoşîna azadiya jinê ye.”