Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirîn 8 meh e hêj nehatiye girtin
- 15:21 18 Mijdar 2024
- Rojane
BEDLIS - Kesê bi navê Cîhan Oral li Bedlisê bi ser mala Ayşe Înceyol de girt û 3 kes qetil kirin. Di ser komkujiyê re 8 meh derbas bûn lê faîl Oral hêj nehatiye girtin.
Kesê bi navê Cîhan Oral (35) li navçeya Motkî ya Bedlisê welatiya bi navê Ayşe Înceyol (27) revand, tundî lê kir û piştre jî tecawiz kir. Înceyol, xwe ji destê faîl Oral xelas kir û hate cem malbata xwe. Lê belê faîl Cîhan Oral û kesekê nasnameya wî nehat zanîn di şeva 9’ê adarê de bi ser mala Înceyolê de girtin. Di serdegirtinê de faîlan bi çekan û kêran êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û kekê wê Neytullah Înceyol hatin qetilkirin. Dayika Înceyolê ya bi navê N.Î. jî bi giranî birîndar bû.
Faîl Cîhan Oral ku 3 endamên malbata Înceyolê qetil kirin, 8 meh in hêj nehatiye dîtin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê derheqê Cîhan Oral ê di demên berê de Ayşe Înceyol revandibû de ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” doz vekiribû. Yekemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hate lidarxistin. Dadgehê bi mehan piştre derheqê faîl Cîhan Oral de biryara girtinê da û danişîna dozê taloqî 12’ê kanûnê kir.
Her wiha hat zanîn ku hêj niha jî ji ber qetilkirina 3 kesan li Cîhan Oral tu doz nehatine vekirin.
Çi bûbû?
Kesê bi navê Cîhan Oral ê li gundê Tirmêtê yê navçeya Têlî ya Mûşê dijiya, jina bi navê Ayşe Înceyol revand. Demekî dirêj tundî li Ayşe Înceyol kir û destdirêjî lê kir. Ayşe Înceyol jî bi awayekî reviya û xwe spart mala malbata xwe ya li bajarokê Kavakbaşi yê Bedlisê. Di 9’ê adarê di saetên şevê de faîl Cîhan Oral û kesekê pê re ku rûyê xwe girtibû, bi ser mala malbatê de girtin. Malbatê derî lê venekirin û li ser vê yekê Cîhan Oral û kesê li gel wî ji paca mitbaxê ketin hundir û bi çekan û kêran êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û kekê wê Neytullah Înceyol hatin qetilkirin. Dayika Înceyol, N.Î. jî bi giranî birîndar bû. Kujer Cîhan Oral û kesê pê re piştre ji cihê bûyerê reviyan.