Îdareya girtîgehê dest danî ser şîr û mamayê Miraz 2018-06-09 10:35:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Îdareya Girtîgehê dest xist ser şîr û mamayê Miraz ê 22 mehî ku tevî dayika xwe Gulistan Dîken di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de tê girtin.   Îdareya Girtîgehê dest xist ser şîr û mamayê Miraz ê 22 mehî ku tevî dayika xwe Gulistan Dîken di Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê de tê girtin. Gulistanê di telefonê de ji hevserê xwe Cengiz Akbaba re ragihand ku şîr û mamayê Miraz hîn ji aliyê îdareyê ve nehatiye dayin. Malbata Gulistanê ragihand ku ew ê derbarê vê bûyerê de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.