Xizmên Windayan aqûbeta Kadrî Yilmaz pirsî

  • 13:30 28 Nîsan 2018
  • Rojane
 
 
AMED - Di çalakiya windayan a Amedê de, aqûbeta Kadrî Yilmaz ê di sala 1994’an de hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi boneya li aqûbeta kesên di binçavan de hatin kuştin, windakirin û kujer bên cezakirin, di hefteya 481’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat, rêveber û xizmên windayan beşdar bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Kadrî Yilmaz ê di sala 1994’an de hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn.
 
Beriya ku aqûbeta Kadrî Yilmaz bê pirsîn Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî axivî. Racî anî ziman ku ew her hefte ji bo windayan bipirsin kom dibin, heman tiştî dikin û got ku heta winda bên dîtin wê bê heman tiştî bikin û wiha got: “Ji ber ku em edaletê dixwazin, lewra jî em her hefte li vê derê kom dibin. Em baş dizanin ku xizmên me çawa hatine windakirin. Ev hemû bi awayekî plankirî hatiye sazkirin. Ev jî stratejiyek dewletê ye. Em û xizmên malbatên windayan dixwazin ku faîl bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne. Pêwîst e hemû kes li gel xizmên windayan bin. Hemû kes berpirsyarê edaletê ye û divê li gel dayikên vê derê bin. Winda pêşeroja me ne. Li her deverê cîhanê ji bo winda bên dîtin têkoşînek tê dayîn û wê ev têkoşîn heta dawiyê jî berdewam bike. Dayik îro ji bo rastî derbikeve holê bi hêviyek mezin derketin rê û tu carî jî dev ji hêviya xwe bernedan. Îro em jî li gel hêviyê wan in.”
 
Racî di dawiya axaftina xwe de got ku ew bawer nakin ku edalet cihê xwe bibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku faîl bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne wê demê em ê ji edaletê bawer bikin.”
 
‘24 sal derbas bûye lê hîn jî Kadrî Yilmaz windaye’
 
Piştî axaftina Racî, Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’A Amedê Hasan Yalçin çîroka Kadrî Yilmaz xwend. Hasan bi lêv kir ku li gor gotina malbatê Kadrî Yilmaz di sala 1994’an de tevlî dawetek xizmên xwe bûye û daweta kul i navçeya Rezana Amedê bûye polîs bi ser dawetê de girtiye û Kadrî, birayên wî û 3 kesên dinê xistine binçavan û wiha pê de çû: “Ew 4 kes hatine berdan, lê belê Kadrî nehatiye berdan. Malbata Kadrî ji bo wî serîlêdanên fermî daye û lê belê tu encam negirtine. Ji malbatê re gotine Kadrî Yilmaz hatiye berdan. Piştî bûyerê 8 roj derbas bûye. Ji aliyê xizmên xwe agahiya 3 cenazeyên ku anîne mizgeftê girtine. Pitşre dibihîzin ku ew 3 cenaze di çalikekê de hatine definkirin. Malbat dema diçin dibînin ku kincên li ser cenazeyekî aydê Kadrî Yilmaz e. Lê belê cenaze nadine malbatê. Di ser bûyerê de 24 sal derbas bûye lê hîn jî Kadrî Yilmaz windaye.”
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.