Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabevh: Divê Abdullah Ocalan demildest bê berdan
- 11:19 28 Nîsan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabevh got ku ji bo demokrasî li Tirkiye û li Rojhilata Navîn pêk werê divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.
Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Kurdistaniyan li Qada Stockholm'un Norrmalstorgê dest bi greva birçîbûnê kir û greva birçîbûnê ket roja xwe ya duyem. Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabevh jî serdana kesên ketine greva birçîbûnê kir û peyama piştgiriya bi wan re da. Her wiha Nûnerên rêxistina li dijî şer 'Operation 1325', Nivîskar û hunermendên Swêdî jî piştgirî dan greva birçîbûnê.
Şefa rêxistina 'Operation 1325' Annika Schabbauer ji bo jin jî di hevdîtinên aştiyê cih bigirin têdikoşe û derbarê armancên rêxistinê de agahî da beşdarvanan. Piştre bi Kurdistaniyan gotibêj çê kir.
'Tirkiyeyê li Efrînê 'Sûcê mirovahiyê' kir'
Saet di 17.00 de çalakvanan li pêş kon çalakî li dar xistin. Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabevh axivî û got:"Ez zextên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê yên li ser Kurdan û li dijî van zextana bêdengiya welatên rojava rexne dikim. Tirkiye li Efrînê 'Sûcê Mirovahiyê' kir. Tirkiye dagirker e. Her wiha Tirkiyeyê kesên ku vîna gel temsîl dike kir girtîgeha û bi vî awayî jî sûcê mirovatiyê kir."
'Kesên ku hatine hilbijartin û rojnameger divê demildest serbest bên berdan'
Amineh Kakabevh got ku ji bo demokrasî li Tirkiye û li Rojhilata Navîn pêk werê divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Her wiha Amineh xwest ku nûnerên partiyên siyasî, serokên şaredariyan, rojnameger, nivîskar û sosyalîstên ku di girtîgehên li Tirkiye û li Kurdistanê girtîne demildest serbest bên berdan.
Piştre ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî, ji bo gelê Kurd statu" hat berzkirin û çalakî bi dawî bû.