'Ji ber zewaca di temenê zarokatiyê de hestên min têk çûn'
- 09:03 28 Nîsan 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN-Li Tirkiyeyê pêşiya îstîsmara zayendî û zewaca di temenê biçûk de nayê girtin. Jina bi navê N. ku di 12 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin û 20 salî bi tundî û êrîşa zayendî re rûbirû hat bi berxwedana ku da ev 8 sal e ji kesê pê re hatibû zewicandin veqetiya ye. N.diyar kir ku ew ji ber zarokên wê bi riya êrîşa zayendî hatine dinê nikare ji wan re jî dayiktiyê bike.
Li cîhanê cureyê îstîsmara herî belavbuyî zewaca di temenê zarokatiyê de ye. Her çiqas ku di demên dawîn de rêjeya vê zewacê bi giştî li cîhanê hatibe kêmêmkirin jî mixabin li Tirkiyeyê her roj zêdetir dibe. Qurbana vê zewacê yek jê jî jina bi navê N. ku di 12 saliya xwe de ji aliyê malbata xwe ve bi darê zorê hat zewicandin û ji aliyê kesê pê re hat zewcaindin ve 20 slalî bi tundî û êrîşa zayendî re rûbirû ma pitî têkoşîna ku da ev 8 sal e ji kesê pê re hat zewicandin veqtiya ye. N. ‘yê diyar kir ku ji ber zarokên wê bi riya êrîşa zayendî çêbûne wekî dayika wan nikare nêzî wan bibe û got ku ji ber tundiya fizîkî û êrîşa zayendî re rûbirû maye li wê ew nikare li hemberî zarokên xwe hestiyar tevbigere.
‘Min nedizanî ku zewac çi ye’
N.’yê di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku ew di bin zoarê de bi kurmamê xwe re hatiye zewicandin û wiha got; ”Ez 20 salî salî zewicî mam. Bavê min ez ji lîstîkan veqetandim û ez bi kurmamê min re zewicandim. Gava ku ez zewicandim hîna ez regl nebûbûm. Kesek nefikirî ku ez ê çawa bizewicim û kesê ku ez pê re zewicandim pir ji min mezintir bû. Ji xwe hîna heftiyek di ser zewaca min re derbas nebû tunî li min kir. Her roj û şev tundiya fîzîkî û êrîşa zayendî li dijî min pêk dianî. Ji ber ku em ji heman malbatê bûn ez nikaribûm bireviyama û bavê min xwedî li min dernediket. Ji xwe temenê min biçûk bû, min nedizanî zewac çi ye. Min digot qey ew jî perçeyek ji lîstîkên kolane.”
‘Destpêkê li min dida piştre jî li dijî min êrîşa zayendî pêk dianî’
N.’yê anî ziman ku kesê ew pê re bi zorê dan zewicandin her şev di bin zorê de êrşa zayendî li wê dikir û wiha got:”Ew kesê ku ez pê re bi darê zorê dam zewicandin, her şev êrîşa zayendî li dijî min pêk dianî û serxweş dihat malê. Gava ku dihate hundir êrîşî min dikir û bi darê zorê kinêcn min jimin dianîn xwarê êrîşa zayendî li min dikir û piştre jî bi kemerê li min dida. Ez bi saetan diqeriyam lê kesekî dengê min nedibihîst. “
‘Heyanî serê sibehê ez li ser lingekî mam’
N.’yê di berdewamiya axiftina xwe de da zanîn ku ji ber êrîşa zayendî ew her ji laşê xwe bêzar bûye û tişta jiya bi hêstinên ji çavê wê dibariyan vegot::”Carekê dîsa serxweş hat. Ji xwe her tim dereng dihate malê. Dîsa li min da û ez avêtim derve. Demsala zivistanê bû. Derve pir sar bû. Ji min re got ‘Here li pişt derî bisekine’Min jî qet gilî nekir û ez li pişt derî sekinim. Ji min re got’ Li ser lingekî bisekîne’. Ez jî li ser lingekî sekînîm heta sibehê.”
‘Ez di 15 saliya xwe de ducanî mam’
N.’yê daxuyand ku piştî hatiye zewicandin di demeke nêz de ew ducanî dimîne û wiha dirêjî da axiftina xwe:”Ez bi zaroka xwe ya yekem di temenê xwe yê 15 salî de ducanî mam. Min ‘Parastin’nedizanî. Min zanî ba min tu carî nedihişt ku zarokên min ji wî çêbin. Niha 5 zarokên min hene. Ez tu car wekî dayikan nêzî zarokên xwe nebûm. Ji ber ku min nizanibû dayitî çi ye. Li Wanê erdhêj pêk hatî bû. Ew kesê ku ez pê re hatime zewicandin û li gel pênc zarokên xwe em çûn Stenbolê. Em demekê li wir man. Ew kesê ku ez pê re zewicandîm pereyê min pê re hebûn. Li Stenbolê bi jinek din re zewicî. Li Stenbolê ez li gel 5 zarokan tenê hiştim. Pereyê me tune bû. Zarokên min li kolanan man. “
‘Ez li gel 5 zarokan bê pere avêtim kolanan’
N.aliyê kesê ku bi darê zorê pê re hat zwicandin re tê terikandin û vedigera Wanê û wan rojan wiha vedibêje:”Ez bi telefonê li dayika xwe geriyam. Li cem min pere tune bû. Diya min ji min re pereyê rewîngiyê şand. Ez li gel zarokên xwe ji mecburî vegeriyam cem dayika xwe. Ji xwe keça min a mezin ji bo ku bavê wê xwedî lê derneket diya min ji min standibû û ew mezin kirî bû. “
‘Gotinek min nema ye’
Di dawiya axiftina xwe N.’yê got ku tiştên ku ew jiyaye bi gotina xelas nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî;”Di dawiya têkoşîna xwe de ez ev 8 sale ji kesê ku ez bi darê zorê pê re hatim zewicandin veqetiyam. Tiştên ku min jiya, bi rojan bê nivîsandin xelas nabe. Divê tu zarok di temenê biçûk de neyen zewicandin. Min li gel zewaca di zarokatiyê de hêstên xwe wenda kirin. Niha ez tu tiştî hîs nakim. Gotinek min nemaye.”