Rojbîn Sevîl Çetîn: Wê ev hilbijartin wan bi hêz neke

  • 09:02 28 Nîsan 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Li Tirkiyeyê gel wê vê carê di bin siya OHAL’ê de di 24'ê Hezîranê de bikeve hilbijartinê. Der barê pêkanîna  hilbijartinê de Rojbîn Sevîl  Çetîn nirxandin kir. 
 
Îsal gelên Tirkiyeyê di bin siya OHAL’ê de di 24'ê hezîranê de hilbijartina Serokkomariyê û hilbijartina pêşwext a parlamenteran wê pêk bînin. Hikûmetê bi lez û bez dîroka hilbijartina pêşwext  aşkere kir. Der barê hilbijartina ku wê di 24'ê  Hezîranê de pêk bê hevşaredara  Artemetê ya ku li cihê wê qeyyûm hatiye tayînkirin Rojbîn Sevîl Çetîn nirxandin kir. 
 
‘Hilbijartina di bin siya OHAL'ê de dijdemokratîk e’
 
Rojbînê diyar kir ku ew  hilbijartina ku wê di 24'ê Hezîranê de pêk bê  mîna hilbijartina zordest bi nav dikin û got ku hemû hêzên netew dizanin ku di bin siya OHAL’ê de hilbijartinek demokratîk wê ne pêkan be û wiha axivi;”Bi pêşniyara serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî ji  aliyê hikûmetê ve biryara hilbijartinê hat dayîn. Bi rastî  em vê hilbijartinê wekî hilbijartina zordest bi nav dikîn. Ji hemû civakan û netewan bigrire herkes di OHAL’ê de hilbijartinê şaş dibîne û bi vî awayî dinirxîne. Tu kes pêkanîna vê hilbijartinê demokratîk nabîne. Tunekirina  siyaseta demokratîk, ya hiqûqê û çapemeniyê bi destê hikûmetê pêk hat. Hikûmet bi êrîşan xwast ku encam bigire. Lê ev hilbijartin erenî an jî neyînî wê bandoreke mezin li ser civakê bike. Bi her awayî wê astengî hebin, lê ez bawer dikim ku herkes dizane hikûmeta heyê demokrat tevnagere. Hikûmetê bi van pêkanînên xwe yên dijdemokratîk yên li hemberî heêzn demokrasiyê darbe jî derbas kir. Jixwe îtîfaka ku tengav bû dixwaze ku bi hilbijartinê xwe rizgar bike. Îtîfaka AKP û MHP'ê bêgûman wê ne be rizgarî.”
 
'Wê ev hibijartin wan têk bibe'
 
Rojbînê di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku gel hilbijartina 24'ê Hezîranê mîna rizgariya gelan dinirxîne û wiha domand:”7 caran OHAL hate dirêjkirin û  gelên Tirkiyeyê di bin siya OHAL’ê wê biçin ser sindoqan. Lê tişta herî balkêş ew e ku hilbijartin û ketina ezmûna zanîngeha di heman dîrokan de hatiye aşkerekirin. Hikûmetê bi vê biryarê aşkere kir ku pêşerojê girîng nabîne. Bi pergala xwe dixwaze pêşerojekê ava bike. Niha ji bo hewl dide ku zîhniyeta yekparêz serdest bike. Bi rêveberiya hikûmeta AKP’ pêşiya aloziyên aborî, siyasî û civakî nehat girtin. Di şerên ji derveyî welat de rol û mîsyona hikûmeta AKP aşkere ye. Pirsgirîkên ji derveyî welat zêdetir bala hikûmetê dikşînin. Ji bo çareserkerina pirsgirîkên welat  tevgerek hikûmetê tune ye.Ev hilbijartin wê îktîdarê bi hêz neke û wê wan têk bibe.”
 
Em ê jin ewlehiya sindoqan bigirin'
 
Rojbînê bal kişand ser pirsgirîkên navxweyî û got ku li Tirkiyeyê pirsgirîka herî mezin nêzîkbûna hikûmetê ya li hemberî jinan e û wiha pê de çû;”Li Tirkiyeyê di warê çareserkirina pirsgirîkên civakî de gavên girîng nehatine avêtin. Herî zêde di her qadê de nêzîkbûna li hemberî jinan li ber çavan e. Hikûmet di rê û rêbazên polîtikayê de xetimiye. Di serdema îtîdara AKP'ê de îstîsmar û tuniya li ser jin û zarokan zêde bû. Hişmendiya desthilatdar ji hikûmetê hêz girt. Bi tayinkirina qeyyûman ked û destkeftiyên jinan ji holê hatin rakirin. Nenaskirina  gel xespkirina vîna gelan bû. Projeyên jinan û bi xebatên jinan bajarên ku dihatin rêvebirin ji aliyê hikûmeta heyî ve bi riya qeyûman hatin xespkirin. Hikûmet vê hilbijartinê mîna fersendekê dibîne. Lê ez bawer dikim ku em jin em ê bi rengê xwe dengê xwe û bi kelecana xwe xwedî li sindoqan derbikevîn. Em ê 24'ê Hezîranê şaredariyên ku hatine desteserkirin û keda ku hatiye binpêkirin dîsa ji wan bistînîn.”