Jinên Kobanê: Em sûdê ji xwezayê digirin
- 09:01 28 Nîsan 2018
- Rojane
Hêvî Botan
KOBANÊ - Jinên gundewarên Kobanê ku debara xwe bi çandin û bi xwedîkirina ajalan dikin gotin herçiqas jiyana li gundan dijwar be jî ji bo me wateyêk wê ya girîng û cuda heye.
Jinên ji gundê Sitîyê yê Kobanê diyar kirin ku ew bi çandiniyê û bi xwedîkirina ajalan debara xwe dikin û gotin:"Xwedîkirina ajalan di nav Kurdan de wekî çandeke kevnar e her wiha di nava vê çandê de jiyanek resen jî heye. Em jî hewl didin ku vê çanda kevnar û resen bidin jiyandin."
Jina bi navê Bozê Emhete diyar kir ku ew ji xwedîkirina ajalan sûdê digire û got:"Em bi berhemên ajalan ên wekî şîr, mast, penîr, hirî debara xwe dikin. Di heman demê de berhemên ajalan ên gundan xwerû ye, ne wek yê bajaran e. Ji ber ku em bi destên xwe çê dikin tama wê hîn xweş e. Em rojê du caran ajalên xwe didoşin. Em şîrê xwe diparzûnin û dikin teşteke fireh. Piştre em dermanê penîr lê dikin û heta nîv saetê dimîne. Em dixin torbeyên penîran û kevir datînin ser. Piştre em ji nava torbeyan derdixin û rojekê di nav avê de dihêlin. Piştre em ji nava avê derdixin û dikin parçeyên biçûk û di nav xwê de dihêlin. Piştî ku em xwê dikin em dawiyê êdî dihelînin."
'Em sûdê ji xwezayê digirin'
Bozê da zanîn ku ew sûdê ji xwezayê digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez ji zarokatî bi ajalan mijûl dibin û vî karî dikim. Gel bêtir mast û penîr distînin, em jî bêtir mast û penîr çê dikin. Em hewl didin ku em çanda xwe ya kevnar li ser piyan bihêlin û gel ji berhemên ajalan ên ku ji warê tenduristiyê baş e, fêdeyê bigirin."
'Gund bingeha bajaran e'
Dîcle Xablibe Elî jî da zanîn ku gund bingeha bajaran e û got:"Ez jî çêlekan xwedî dikim. Ez ji şîrê çêlekê mast û penîr çê dikim û difiroşim. Bi vî awayî ez hem debara xwe dikim û hem jî hewl didim ku ji warê tenduristiyê berhemên baş ji bo gel pêşkeş bikim. Her çiqas jiyan li gundan zehmet be jî ez ji jiyana gundan bêtir hez dikim. Çimkî hemû tiştên li gundan xwerû ne."
'Ez dev ji gundê xwe bernadim'
Dîcleyê da zanîn ku ew ji jiyana li gund bêtir hez dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez li gund hem debara xwe dikim hem jî çanda xwe ya kevnare didomînim. Divê em hemû kes qîmeta jiyana li gundan bizanin. Loma ez dev ji gundê xwe bernadim."