Wê cenazeyê Serdar Pîşkîn bibin Cizîrê
- 15:36 27 Nîsan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Cenazeyê Serdar Pîşkîn ê ku yek ji 17 kesên di serdema pevçûnên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da û piştî bi 3 salan derket holê ku cezayê wî heye wê bibin Cizîrê.
Li navçeya Şirnex ya Cizîrê di 14'ê kanûna 2015'an de piştî qedexeya derketina derve hat rakirin ji 17 kesên ku jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Serdar Pîşkîn hat dîtin. Malbata Serdar piştî ku bihîst cenazeyê lawê wan li Morga Tipa Edlî ya Dîlokê ye ket rê û cenaze ji tipa edîlî girt. Hat diyarkirin ku wê îro malabt cenaze bibin Cizîrê. Malbatên 16 kesên mayî jî li bendê ne ku cenazeyên zarokên wan bên dîtin.