Meclisa Jinan a HDK'ê: Wê jin bi destkeftiyên xwe îttîfaka mêran têk bibin
- 13:32 27 Nîsan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a HDK'ê diayr kir ku ji bo 24'ê Hezîranê û piştî wê divê yekitiya jinan pêk bê û got; "Jinan bi destkeftiyên ku heta roja îroa bi dest xistine û bi têkoşîna xwe xwe ya u dan xwedî hêza ku dikarin îtîfaka mêr têk bibin e."
Miclisên jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daxuyaniya ku dan bal kişandin ser berxedana hevpar a jinan ya ji bo hilbijartinên ku wê di 24'ê Hezîranê de bên kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îktîdara AKP'ê ya ku di 2002'yan de hat ser kar û ev 16 sal e li ser kare, bi pêkanînên xwe yên li dijî jinan aşkera kir ku ew li dijî jinan e û ev tişt got: "AKP'ê bi qedexekirina kurtajê, bi zewicandina jinê ya bi tecawizkarê wê re, bi şofandina Weqfa Ensarê ya ku kesên zarok îstîsmar kirin dihewîne, zêdebûna kuştina jian û bi mecbûrhiştina zarokan li yurdên cemaetê re helwesta xwe ya ku li dijî jinan tevdigere aşkera kiriye."
'Ji bo ku civakê dîzayn bikin hemû îmkanên dewletê bi kar anîn'
Meclisên Jinan ên HDK'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de aşkera kirin ku AKP bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinan ji bo ku civakê ji nû ve dîzayn bike hemû îmkanên dewletê bi kar anîne û daxuyanî wiha hat berdewamkirin: "Mînak protokola bi Weqfa Ensar re tenê ji van yek e. AKP û MHP'ê piştî têkçûna xwe ya 7'ê Hezîranê bi îtîfaka ku kirin di serî de jin ji bo ku hemû aliyên muxalîf bi sînor bikin û paşve bihêlin siyaset pêşve xistin."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li dijî van hemû polîtîkayan jinan ji çalakiyên xwe û daxwazên xwe paşve gav neavêtin û li gel astengiyên OHAL'ê berxwedana xwe berdewam kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îtîfaka AKP-MHP'ê di serî de destkeftiyên jinan hedef girtin û wiha hat gotin: "Sarya ku hilbijartina pêşwext wekî îxanetê bi nav dikir; piştre dîroka vê hilbijartinê 24'ê Hezîranê nîşan da. Li gel şert û mercên OHAL'ê AKP - MHP'ya ku nikaribûn civakê bi rê ve bibin krîzê dijîn û bi vê re krîzê rejîmê kur kirin. Keda jinan a li dijî polîtîkayên faşîzan ku qad vala nehiştin divê neyê jibîrkirin. Di serî de jin kesên ku li dijî şer aştî xwestin polîtîkayên AKP'ê yên şerxwaz bi çalakiyên xwe teşîr kirin."
'Em di warê ewlehiya sendoq û hilbijartinê de bi gûman in'
Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: "Hilbijartin li civak û hêzên demokrasî xwaz hat ferzkirin. Armanca vê hilbijartinê ew e ku faşîzim bê sazûmankirin û di serî de jin hemû hêzên demokrt bên bypaskirin. Li gel pirsgirêkên welêt ên derbarê demokrasiyê de ev hilbijartina ku wê di bin siya OHAL'ê, şert û mercên dijwar ên li welat de bê kirin ne meşrû ye. Em divê ku bibêjin xebatên hilbijartinê ên sazî û aliyên demokrat jî ku di bin siya OHAL'ê de bên kirin jî wê van sazî û aliyan bikin zorê û wê li gor ku tê xwestin neyên kirin. Em ji ewlehiya hilbijartin û sendoqan jî bi gûman in."
'Divê ji bo yekitiya jinan gav bê avêtin'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna jinan a ji bo têkbirina vê lîstikê û belavkirin îtîfaka şer û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: " Divê ku yekitya jinan bê avakirin û wê ev yekitya jinan pêvajoya hilbijartinê diyar bike. Di vê jin bi zanebûna xwe ya ku heta niha bi berxwedana dane bi dest xistine dikarin vê îtîfaka mêr ku hatiye avakirin têk bibin."