Li Stenbolê HDP'yî û ESP'yî hatin binçavkirin

  • 10:48 27 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Bi nêzîkbûna 1'ê Gulanê gelek kesên ku di navbera wan de HDP'yî û ESP'yî jî hene di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 
 
Li Stenbolê di saetên serê sibehê de li ser gelek malan de serdegirtina hemwext hat kirin. Rêveberên Bajêr ê Bagcilar ê HDP'ê Erkan Çelikcan Û Mustafa Kubilay Sever, Endamê PM'a ESP'ê Ummuhan Ozdemir, Serokê Navçeyê yê Maltepeyê yê ESP'ê Kerem Bukre, Rêveberê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal a Zeytinburnuyê Hasan Kilik di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.  
 
Di serdema serdegirtina malan de hat hînbûn ku telefonên bêrîkan jî hatine desteserkirin.