Endama TJK-E'yê Şîlan Firat jiyana xwe ji dest da

  • 10:36 27 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Muzeyyen Palabiyik (Şîlan Firat) a ku bi salane ku di nav xebatên Tevgera Jina Kurd a Ewropayê dixebitî, jiyana xwe ji dest da. 
 
Muzeyyen Palabiyik (Şîlan Firat) a ku bi salane ku di nav xebatên tevgera jina Kurd a Ewropayê dixebitî, jiyana xwe ji dest da. Şîlana ku li gelek bajarên Ewropa û Tirkiyeyê di nav xebatên Tevgera Jina Kurd de cih digirt, ji ber nerehetiya tenduristiyê tedawî dibû. Şîlanê di dema emeliyatê de rewşa wê giran bû û dema ku ew girtin beşa lezgîn jiyana xwe ji dest da. Têkildarî vê mijarê Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Me rêvahala xwe Şîlan Firat (Muzeyyen Palabiyik) ku bi salan di nav têkoşîna Tevgera Jina Kurd de cihê xwe girtibû, ji ber nexweşiyê winda kir. Em Şîlanê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbata wê, ji Gelê Kurd û jinên Kurd dixwazin. 
 
Şîlanê bi rêhevaltiya xwe, bi xwîngermahiya xwe, bi baweriya xwe, bi serîhildana xwe û bi dilê xwe yê mezin heta dawiya temenê xwe nûnertiya kesayeta şoreşgeriyê kir. Eleqeya Şîlanê ya li dijî şoreşê bi naskirina kadroyên PKK'ê zêdetir bû. Şîlanê felsefeya sosyalîzma demokratîk a Serok Apo esas girt û heta dawiya temenê xwe berxwe da. 
 
Ew sosyalîst, kedkara şoreşê, avahîsaza konfederalîzma demokratîk bû. Em soz didin ku têkoşîna Şîlan a rêhevala Sarayan heta ku em bi ser bikevin em ê bidomînin. Em careke din sersaxiya gelê xwe dixwazin." 
 
Dê ji bo Şîlanê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Dortmundê ya Almanyayê şûn bê danîn.