Jinên Wanê:24 hezîran dê bibe têkçûyina dagirkeran
- 09:13 27 Nîsan 2018
- Rojane
Zeyenep Durgut
WAN-Gelên Tirkiyeyê di bin siya OHAL’ê de dê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan. Jinên Wanê diyarkirin ku ew ê di 24 hezîranê de bi çûyina ser sindoqan bersiva herî mezin bidin îktîdara heyî.
Di bin siya OHAL’ê de li Tirkiyeyê hilbijartina Serokomarî û parlamenteriyê wê di 24'ê Hezîranê de bê kirin. Gelên Tirkiyeyê wê 24'ê Hezîranê biçe ser sindoqan. Jinên Wanê ku der barê hilbijartinê de nirxandin kirin gotin ku ew ê hişmendiya mêtinger bikin sindoqan û bang li herkesî kirin ku di 24'ê hezîranê de dengê xwe bi kar bînin.
‘Erdogan dê di 24'ê Hezîranê de şîmaka kurd bixwe'
Rêvebira HDP’ê a navçeya Mehmûdîyê Sûreyya Zengîn anî ziman ku AKP ji ehmû derfetên dewletê sûdê digire û got ku ji bo hilbijartinek demokratîk divê OHAL bê rakirin û wiha axivi;”Em bi biryara dîsa pêkanîna hilbijartina pêşwext matmayî neman. Em her tim amade bûn û dîsa jî amade ne. Em bawer dikîn ku gel wê bi rihê 7'ê hezîranê biçe ser sindoqan. Em bi gelê demokrasîxwaz bawerîn ku em ê di hilbijartinê de bi ser kevin. Gava ku mirov li rewşa Tirkiyeyê dinêre ji xwe bi her awayî li ber têkçûnê ye. Kêderê hatiye ditîn ku welatek bi OHAL û KHK’yan hatiye rêvebirin. Ji xwe bi îlankirina OHAL’ê re azadiya gelên Tirkiyeyê binpêkirin û xwastin gel dîl bigirin. Di bin siya OHAL’ê de em diçin hilbijartinê. MHP û AKP bi îlnakirina îtîfaqa xwe nêçariya xwe îlankirin. Erdogan wê di 24'ê Hezîranê de şeqama kurd bixwe. Wê di 24'ê Hezîranê de yekitiya gel û demokrasî bi ser keve. Em bi azadî û demokrasiyê bawer in.”
‘Em ê destûrê nedin ev hişmendî bi ser keve’
Rêvebira HDP'ê Handan Karakoyun jî da zanîn ku li hemberî hemû pêkûtî û neyîniyên dewletê ew ê şev û roja xwe bikin yek bixebitin û got ku divê herkes xwe ji demokrasiyê berpirsiyar bibîne û wiha berdewam kir;”Bi rastî pêdiviya Tirkiyeyê bi hilbijartinê hebû. Binpêkirina mafên mirovan her roj zêde dibe. Her ku OHAL hatiye îlankirin û şûnde hikûmet ji aloziyê derneket. OHAL’ê ji tendûristiyê û heytanî perwerdehiyê zirar da her tiştekî. Li dijî hemû neyîniyan jî hikûmet dibêje ku ew welatê xwe azad bi rêve dibin û herkes azad e. Hikûmet xwe dixapîne. Biryara hilbijartina pêşwexet jî nîşanî me dide ku hikûmet dixwaze bi hilbijartinê van kêmasî û şaştiyên xwe veşêre. Di 24 Hezîranê de jî ew ê nikaribin bi ser bikevin. Ji ber ku di destpêkê de di kesayeta Fîgen Yûksekdag de qada siyasetê bi temamî ji jinan re qedexe kir û vê yekê baş nîşanî me da ku di rojeva vê hikûmetê de demokrasî tune ye. Her tiştekî dikin yek reng. Heya ku em jin li van qadan hebîn, em ê destûrê nedîn ku ev hişmendî bi ser keve. 24'ê hezîranê dê bibe milada azadiya jinan.”
'Ji bo Azadî û wwekheviyê em ê biçin sendoqan'
Jina ciwan a bi navê Hêvî jî bal kişand ser 24'ê Hezîranê û got ku ji bo perwerdehiyeke xurt û bihêz divê her ciwanek di 24'ê hezîranê de dengê xwe bi kar bîne û wiha domand:”Her sal di pergala perwerdehiyê de guhertinê çêdikin. Her sal guhertina pergala ezmûn û perwerdehiyê ciwanan diwestîne û ev jî dibe sedema gelek tiştên nebaş. Hem di aliyê derûnî de xwendekar têk diçin, hem jî mereqa mirov a li hemberî zanabûnê diqede. Ew karê ku em dixwazin bikîn em nikarîn bikîn. Bi zanebûna mirov dilîzin. Bi biryara 24'ê Hezîranê re hêviya me zêde bû. Ji ber ku em dixwazin di bin şert û mercên herî baş de perwerdeyê bibîn û bidin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi hişmendiyek nû heye. Ji bo peşerojek azad, wekhêv û demokratîk divê her ciwanek di 24 hezîranê de dengê xwe bi kar bîne.”
'Perwerdeyek demokratîk em ê dengê xwe bi kar bînin'
Xwendekara bi navê Rojbîn Ûlfer jî diyar kir ku ew dixwazin vê hilbijartinê bi hêz pêşwazî bikin û wiha berdewam kir;”Ez dibistana amadeyî dixwînim. Herî zêde em îsal di warê perwerdehiyê de kêm man. Pergala perwerdehiyê bi tu awayi nehate rûniştandin. Waneyên me dikin yekreng. Li gorî mamosteyên xwendekarên ku di matematik û tûrkçeyê de serkeftî, ew di polê de xwendekarên herî serkeftî ne. Di qadên mûzîk, wêne û şanoyê de perwerdehî pir kêm e. Li xwendekaran li gorî behredariya wan mêze nakin, xwendekarên ku li gorî daxwaza wan in xendekarê herî serkeftî ne. Em ê ji bo perwerdeyeke demokratîk biçin sendoqan û dengê xwe bi kar bînin. ”