Ji bo êrîşên li ser Şengal û Qereçoxê daxuyanî hat dayin
- 17:16 26 Nîsan 2018
- Rojane
Viyan Saîd/ Hewlêr Şahîn
ŞENGAL - Di 25'ê Nîsana 2017'an de dewleta tirk êrîşî Qereçoxê û Şengalê kir û ciwanakî Êzidî jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê vê yekê de li Sinûna Şengalê meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin.
Di 25'ê Nîsana 2017'an de dewleta tirk êrîşî Qereçoxê û Şengalê kir û ciwanakî Êzidî jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê vê yekê de li Sinûna Şengalê meş hat lidarxistin û ji aliyê ciwanên Şengalê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê TAJÊ û ciwanên Şengalê axaftin hat kirin.
Jina ciwan Îsire Xelef têkildarî mijarê de axivî û got:"Bila dewleta tirk baş bizanibe ku em êrîşên wê gav paş de navêjin û têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûlê Alî axivî û got:"Dewleta tirk di fersendê de êrîşî me dike. Em jî ji bo van êrîşana vala derxin em xwe birêxistinkirin dikin. Em desthilatdariya tu hêzî qebûl nakin û em ê berxwe bidin. Dibe artêşa Iraqê li vir be lê me pişta xwe nadin tu kesî, parastina xwe em ê bikin. Em ê wekî jin berxwe bidin. "
Hevseroka Gundê Borik Meyan Xwedêda jî diyar kir ku ew heta sax bin ew ê ji bo parastina mafên xwe û axa xwe hewl bidin û got:"Em ê heta dawî şopdarê şehîdên xwe bin. Em ê rêya wan bişopînin û li doza wan xwedî derkevin û nehêlin ku desthilatdar axa me dagir bikin."
Ciwanê bi navê Alî Hamed daxuyaniya ciwanan xwend.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo êrîşên dagirkeran vala derkeve dê gelê Kurd heta dawî li ber xwe bidin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.