Polîsên ku Enes û Mahsum kuştin hatin bereatkirin
- 16:32 26 Nîsan 2018
- Hiqûq
AMED - Faîlêin Enes Ata yê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî ku di çalakiyên li Amedê de hatin kuştin beraet kirin.
Li Amedê di 28’ê Adara 2006’an de gel li dijî kuştina endamên HPG’ê rabû ser piyan û xwepêşandan li dar xistibû. Di van bûyeran de Enes Ata Yê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Der barê 3 polîsên têkildarî kuştina Ata û Mizrak de doz hat vekirin û doza ku hat vekirin 12 sal e dewam dike.
Di biryara danişîna dozê ya li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, ji bo polîsên hêzên taybet H.A., N.O. û B. O. yên cezayê heta hetayê ji wan re dihat xwestin, biryara bereatê hat dayîn.